HRANA: Li Îranê hezar û 606 sivîl hatine kuştin
Ajansa nûçeyan a HRANA diyar kir ku di êrîşên duh li ser herêmên cûda yên Îranê de herî kêm 8 sivîl hatine kuştin. Bi vê awayî hejmara giştî ya sivîlên ku hatine kuştin gihîşt hezar û 606 kesan.
Navenda Nûçeyan – Ajansa nûçeyan a HRANA, di der barê êrîşên duh yên Îsraîl- DYE yê dijî Îranê de raporek parvekir, ragihand ku herî kêm 8 sivîl hatine kuştin.
Dêra Ortodoks a Rûsî hat hedefgiritn
Li gorî rapora HARANA’yê herî kêm 8 sivîl hatine kuştin û 14 sivîl jî birîndar bûne. Her wiha, Dêra Ortodoks a Rûsî ya li Tehranê hatiye hedefgiritn.
244 zarok hatin kuştin
Li gorî danyeyên Ajansa Nûçeyan HRANA, nîşan dide ku 606 hezar sivîl hatine kuştin û di nav de herî kêm 244 zarok, hatine kuştin û ne diyar e ku 709 ji wan sivîl in an jî leşker in.