YPJ nasnameya me ye
Jin, diyar dikin ku ji bo li dijî hêzên wek DAÎŞ ku jinê dikin hedefa êrîşên xwe, şer bike û mafên jinan biparêze, YPJ hatiye avakirin û gotin: “Pêwîst e em tekoşîna xwe berdewam bikin heta ku mafê me di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin.”
Navenda Nûçeyan – Li seranserê cîhanê şerek pir qirêj ji hêla hêzên hegemonîk û desthilatdaran ve tê meşandin. Bi taybetî jî navenda vî şerê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek ‘Şerê Modernîteya Kapîtalîst’ binav kiribû, Rojhilata Navîn e. Ev şer her ku diçe berbelav dibe. Bêguman feydeya vî şerê berjewendiyan, bi ti awayî ji civak, ciwan û jinan re tuneye. Tevahiya van şeran, ji aliyê hêzên desthilatdar ve ji bo berjewendiyên wan ên aborî, siyasî û leşkerî tên meşandin. Ne ji bo vîn, azadî û demokrasiya gelan û jinan e. Bi temamî li gor berjewendiyên hêzên mêtînger tê diyarkirin. Ev şerên tên meşandin ne tenê şerên di navbera çend hêzên hegamonîk an jî navdewletî de ne, ev şerekî pir berfireh ê dîzaynkirina Rojhilata Navîn e jî. Di nava vî şerê bi destê mêran tê meşandin de yên ku herî zêde bedêl didin, jin û zarok in û civak bi xwe ye.
Zanîna dîrokê dihêle ku mirov xwe bizane
Ger ku meriv dîrokê ji her aliyî ve bi awayek rast nizanibe, wê nikaribe îro jî baş bizane û rast bijî. Ji zanîna dîrokê bêparmayîn dişibe keştiyekê ku rêya xwe winda kiriye, ne zanibe hedefa wê li kuderê ye, li ber pêlên deryayê bê vîn dimîne. Vîzyonek wê ya zelal nîne, biryarên ku digre lihev nayên, bê îrade ye, ji sepandinên derve re vekirî ye. Lewra bêqîmet e, bê rêgez û bê pîvan e. Zanabûyîna dîrokê dihêle ku mirov xwe bizane, bikeve ferqa hebûn, nasname û jiyana xwe. Ji bo civakê bi taybetî jî ji bo jinê zanîna dîroka xwe, ferqkirina dîroka xwe, li gor wê zanînê jiyîn, xwe avakirin, yek ji mijarên herî girîng ên hebûna mirovan e.
Zilamê serdest jinê li gor xwe û pergala xwe nirxandiye
Lê mixabin dîrok her tim ji hêla desthilatdaran ve hatiye berovajîkirin. Bi taybetî jî ev yek li ser înkarkirina jinê pêk hatiye. Dîroka jinê nehatiye nivîsandin, hatiye tunekirin û çewisandin. Ji ber vê yekê li gor hişmendî, feraset û nirxandina desthilatdariyê dîrok mirî ye, tiştên hatine jiyîn û derbas bûne ye. Hişmendî û feraseta desthilatdariyê her tim li ser perçekirinê, dabeşkirinê nêzî dîrokê bûye. Mirovahî û dîrokê ji hev qut nirxandiye. Zilamê desthilatdar li gor hişmendiya xwe jiyan, feraset, hişmendî, kesayet û hebûna jinê girtiye dest, înkar kiriye û berovajî kiriye. Xwe û pergala xwe li ser vê înkar û tûnebûyînê ava kiriye û birêve dibe. Lewra pêwîstiya jinê ji her tiştî zêdetir bi xwenasînê heye. Li hember înkar û qirkirina dîroka xwe, bibe lêgerînvan û şervan.
Xwe bi YPJ’ê re birêxistin bike’
Bi destpêkirina şoreşa rojava re ya ku di 19’ê Tirmeha sala 2012’an de destpêkir jin jî di nava vê şoreşê de bû xwedî ked û hewildanên mezin. Bi şoreşa Rojava re têkoşîn û berxwedaniya jina Kurd li her çar parzemînan deng veda. Jina Kurd li hember çeteyên cîhadîst ên tundrew pêl bi pêl beşdarî nava şoreşê dibûn. Ji ber jin bi awayekê bi hêz beşdar dibûn lewra di 23’ê Sibata 2013’an de Tabûra Jinan di nav YPGê de hate damezrandin. Yekem tabûra ku bi tevahî ji jinan pêk tê li navçeya Cindirêsê ya Efrîn xwe bi navê Tabûra Şehîd Rukan îlan kir.
Piştî Efrînê Tabûra Şehîd Berçem li Dirbêsiyê, tabûra Şehîd Sozdar li Dêrikê û Tabûra Şehîd Edalet jî bi merasîmekê li bajarê Qamişlo di 8’ê Adarê de hatin avakirin. Yekem akademiya leşkerî li Dêrikê bi navê Akademiya Leşkerî ya Şehîd Şîlan hate damezrandin.
Ji ber feraseta parastina cewherî ya ku di jinên Kurd de pêşdiket û bi wê feraseta parastina ax,welat û civaka xwe jin berê xwe didan nava şoreşê û pêşengtiyê ji şoreşa mirovahiyê re dikirin. Jin pêşengtiyê ji şer re dikirin. lewra êdî pêwîstiyek hebû ku jina Kurd xwe rêxistin bike û hêza xwe ya parastinê û çekdarî bi damezrîne. 2’ê Nîsanê de yekem konferansa xwe bi diruşmeya "Xwe bi YPJ’ê re birêxistin bike"lidardixe.
Bêguman YPJ mîrasê tevgera azadiya jina Kurde. Ew xwe bi paradîgmaya azadîxwaziya jin avakir, rêxistinkir, bu artêşa jin û nûnertiya tevahî jinên cîhanê kir. Ew hêz, vîn, bawerî, fikir û ramanên xwe ji paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirt. Ev hêz, bawerî û fikir li ser tevah jinên cîhanê bandoriyek bi hêz da avakirin. Ji her parzemînên cîhanê şervanên enternasyonalîst beşdarî nava YPJ bû.
Di sala 2013’an de YPJ hat avakirin
Di tevahiya qadên jiyanê de jin hatiye înkarkirin û tê înkarkirin. Jin weke hebûnek diyarde nayê dîtin. Zilamê desthilatdar pergala xwe li ser înkar û tûne hesibandina jinê daye avakirin. Ev hişmendî û feraset bi hezaran salan e heya îro didome. Bêguman di her serdemê de li hember hişmendî û pergala baviksalarî têkoşîn û berxwedaniya jinan di her qadê de bi awayekê şênber derketiye pêş. Yêk ji van pêngavan jî, YPJ ye. YPJ di 4’ê Nîsana sala 2013’an de li hember pergala li ser bingeha înkar, qirkirin û tûnekirina jin-jiyan û civakê ava bûye, mîna tevgerek parastina nirx, pîvan û hebûna mirovahiyê hate damezrandin. li ser bingeha Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê hate damezrandin. Li hember hêzên cîhadîst yên tundrew bû hêza parastina cehwerî ya jin û civakê.
Li hember rêxistinên terorîst ên selefî û cîhadîst yên weke El-Nusra, DAÎŞ, HTŞ’ê weke hêza tolhildan û têkoşîna jinê xwe birêxistin kir. Bêguman li ser bingehekê pir bi hêz a polîtîk, rêxistinî û birdozî hate avakirin. Li ser vê bingehê yek ji fermandara YPJ’ê Barîn Dilbîrin li ser damezrandina YPJ’ê wiha dibêje: “Hewcedarî bi avakirina YPJ’ê hebû. Ji bo ku li dijî hêzên wek DAÎŞ ku jinê dikin hedefa êrîşên xwe, şer bike û mafên jinan biparêze. Ne tenê jin, tevahiya gelên Sûriyeyê jî dibû armancên êrîşên wan. Rojavayê Kurdistanê jî bi van êrîşan re rûbirû dima, ji ber vê hewcedarî bi avakirina artêşek jinan hate dîtin. YPJ jinên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê di nava xwe de dihewîne. YPJ li dijî feraseta bavsalarî û desthiladariyê hate avakirin.”
‘Şoreşa me bi şoreşa jinê û YPJ’ê tê naskirin’
Barîn Dilbirîn da zanîn ku bi cesaret û lehengiya jinên tekoşêr gelek deverên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin û jinên wan deveran ji feraseta bavsalar xilas kirin. Barîn Dilbirîn wiha got: “Herî zêde beden û fikrê jinan hedef dihatin girtin. Ji ber vê yekê artêşa wan hate avakirin, wan xwe birêxistin kir û saziyên xwe ava kirin. Jin niha fermandar û pêşengên artêşê ne û li tevahî cîhanê ev artêş tê nasîn. Hemû neteweyên herêmê cihê xwe di nava YPJ’ê de digrin, ne tenê neteweya Kurdî. Şoreşa me bi şoreşa jinê û YPJ’ê tê naskirin û jinan gelek deskeftiyên ku ser rûyê erdê tên dîtin, bi dest xistin. Bi mezinbûna artêşê re rêxistinbûna jinan jî xurtir dibû. Di nava sîstemên heyî de jin hatibûn perçiqandin, bi YPJ’ê re carek din nasnameya xwe bi dest xistin. Di nava sîstemê de ger jin nînbe ew sîstem bi demokratî nayê avakirin.”
YPJ bûye nasnameya jinan a ku li hember desthilatdariya ku jinê qir dike
Bêguman YPJ bû nasnameya tevahiya pêkhateyan. YPJ ne tenê hêzek leşkerî bû, ew bû nasnameya jina rêxistinkirî, jina bi îrade, xwe nas dike, li ser bingeha fikir û ramanên jina azad têdikoşe. Lewra jinên ji tevahiya netewan, YPJ’ê aydê xwe dîtin û xwe jî aydê YPJ’ê dîtin. Ji ber ku YPJ nasnameya wan bû, hêza wan a rêxistinkirî û ew bi xwe bûn. YPJ bûye nasnameya jinan a ku li hember desthilatdariya ku jinê qir dike û înkar dike têdikoşe. Ew hêza jinan a polîtîk, çandî, rêxistinî, birdozî, civakî û ehlaqî ye.
‘YPJ ruh û jînê dide jinan’
Şervana YPJ’ê Alaa Zagros a ku ji pêkhateya netewa Ereb e, derheqê tevlîbûna xwe ya li nav YPJ’ê de wiha dibêje: “Ji sala 2018’an de di nava hêzê YPJ’ê de cih digrim. YPJ ruh û jînê dide jinan, nirx û rêzdariyê ji jinan re digre, ev yek meraqa min a li ser YPJ’ê zêde kir ku ji nêz ve nas bikim. Ez ji civaka Erebî me ku jinê biçûk dike, serweriya xwe li ser dimeşîne û tundiyê li dijî wê pêk tîne. Civakek ku rol û hebûna jinan tê de nayên dîtin. Nabe ku jin ji derveyî çarçoveya ku jê re hatiye dayîn derkeve. Bi tevlîbûna min ji YPJ’ê re bêhtir xwe û derdora xwe nas kir. Bi riya perwerdeyan fikrê Rêber Apo nas kir. Her roj min kesayetiya xwe bipêş xist.”
‘YPJ ji bo her jinek, fersendek dîrokî ye û divê em ji destê xwe bernedin’
Alaa Zaxros bilêv kir ku YPJ nêrîn û helwestên wan ji bo jiyanê diguherîne, jiyanek demokratîk pêşkêşî wan dike û wiha domand: “Mirov hebûna xwe di nava YPJ’ê de ferq dike. Tevî ku hemû astengî û zehmetiyên ku di nava YPJ’ê de dibînim jî, girêdana min bi wê û jiyanê re xurtir dibe. YPJ ji bo her jinek, fersendek dîrokî ye û divê em ji destê xwe bernedin. Min gelek rêhevalên xwe winda kirin û şehîd bûn. Ji ber vê tu car ez gav paşve navêjim. Em teslîmbûnê jî qebûl nakin. Ji ber ku armanc û hedefa YPJ’ê ew e ku jin û jiyanê ji nû de bi feraset û hişmendiya jina azad biafirîne û bûye hêza parastina hebûn û nasnameya jinan, lewra nûnertiya hemû jinan dike.”
‘Heta ku mafê me di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin’
Tevahiya jinan rastiya ku YPJ’ê ji bo wan afirandiye û diafirîne, dibînin. Rastiya ku YPJ bi xwe ye, jiyan dike. Jina ciwan a bi navê Solîn Mihemed balê dikşîne ser têkoşîna YPJ’ê û wiha dibêje: “YPJ’ê tekoşînek bê hempa ji bo azadî û tekoşîna jinan kiriye. Jinan di her warî de rola xwe lîstine. Pêwîst e em tekoşîna xwe berdewam bikin heta ku mafê me di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin.”
‘Di rastiya xwe de YPJ li hember pergala hêzên hegemonîk bû’
Bi vê mijarê ve girêdayî jina ciwan a bi navê Emîna Hisên jî balê dikşîne ser rola jinan a di Şoreşa Rojava de û wiha dibêje: “Jinan ji despêka Şoreşa Rojava û heta roja îro di her warî de rolekî girîng lîstin. Îro jinên Rojava xwedî biryar in. Jinan tekoşînek bê hempa meşandine. Ev şoreş bû şoreşa jinê, ji ber vê em her û her tekoşîn û berxwedan bikin, heta ku mafê me di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin. YPJ nasnameya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. YPJ li hember pergala baviksalarî ya hezar salan bû xwedî têkoşîn û berxwedana tevahî jinên cîhanê, li hember pergala baviksalarî şerekî bêeman ê tolhildana bi hezar salan meşand. Ev şer şerê parastina jinê û tevahî nirxên ku jinê afirandî ye. Şoreşa ku li rojavayê Kurdistanê di bin pêşengtiya YPJ’ê de ava bû, bi xwe re gelek guhertin û veguhertinan ava kir. Ev şoreş dijberê hişmendiya zilam yê qirker û tunekirinê avakirina jin û jiyanê ye. Di rastiya xwe de YPJ li hember pergala hêzên hegemonîk bû hêza ji nû de avakirina pergala civaka ehlaqî û polîtîk.”
‘Gelo di vê Sûriyeya nû û destûra nû de jin nebe ew dem ev ji nûbûyîn e?’
Emîna Hisên destnîşan kir ku YPJ bersivek bûye li hember hêzên qirker yên dijminê jin û nirxê jinê ne û wiha got: “Li hember artêşa zilam yê ku qir dike, dikuje, talan dike, dagir dike, bû artêşa jinan ya ku çêdike, herkesî di nava xwe de dihewîne, jiyanê li ser bingeha xweşikbûyîna hişmendiya etîk û estetîkê ava dike. Li Rojavayê Kurdistanê di şexsê YPJ’ê de pergala desthilatdariyê ya hezar salan têk çû. Di roja me ya îro de hêzên cîhadîst yên weke HTŞ hebûna YPJ di nava artêşêde napejirînin. Bêguman nepejirandina artêşa jinê, neqebûlkirina hebûn û nasnameya jinê ye. Qaşo qala Suriyeyek nû û destûrek nû tê kirin. Gelo di vê Sûriyeya nû û destûra nû de jin nebe ew dem ev ji nûbûyîn e? Bi ti awayî hebûn û nasnameya jinê nayê pejirandin, ew dem armanca vê Sûriyeya nû çi ye?”
Emîna Emîn jî di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser hêza ku YPJ ji bo jin avakiriye û dibêje: “YPJ zarokên me ne, em her daîm bi zarokên xwe re ne. YPJ xwedî bîr û baweriye hêza herê tundrewa DAÎŞ bû zarokên me bi hêz û baweriya xwe wan têk birin.”
Fadiye Silêman jî dibêje YPJ bûye sembola berxwedan û têkoşîna tevahî jinên cîhanê. YPJ hêza me y parastinê ye em herdaîm bi hêza xwe rene.
‘Sîstema HTŞ’ê qebûl nake ku rêxistina jinê di nava wan de bên entegrekirin’
Bi vê mijarê ve girêdayî yek ji fermandarên YPJ’ê Barîn Dilbirîn balê dikşîne li ser hişmendiya çeteyên cîhadîst yên ku hebûna jinan bi ti awayî qabûl nake û wiha dibêje: “Ji ber ku ew bi zîhniyetên bavsalar û desthilatdar xwe bi rêxistin dikin, hebûna jinan di nava xwe de qebûl nakin. Di dirêjahiya dîrokê de leheng û berxwedêrên jin derketin holê. Li dijî desthilatdariyê xwe kirin mertal û ev zîhniyet li ser xwe qebûl nekirin. Li hember zîhniyet û desthiladariyê hêzên hegomanîk teslîmiyet qebûl nekirin. Bi armanca ku di azadî û aramiyê de bijîn gelek jinan canê xwe feda kirine û li hember vê yekê heya vê kêliyê têkoşîna jinan dewam dike. Têkoşîna me dê xurtir bibe û bi berxwedana xwe em dê di nava sîstemên heyî de bi hêz û saziyên xwe ve cih bigrin.”
‘Li herêmên din me hewl da hebûna xwe zêdetir bikin û hêza xwe xurtir bikin’
Barîn Dilbirîn da zanîn ku wê xeyal û armancên rêhevalên xwe pêk bînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Her armanc û xeyalên hevalên me ku canê xwe di vê riyê de feda kirine ew bû ku nasname û hebûna gelê Kurd bi taybetî ya jinan bê nasîn. Em jî şopdarên riyên wan in û ji bo pêkanîna xeyalên wan jî em bedêlên giran bidin. Azadî ne tiştek hêsan e ku em bidest bixin, bedêlên giran ji me tê xwestin û em ê di oxira azadiyê de jî bidin. Hat xwestin ku ji hin herêmên ku me rizgar kiriye vekişin, lê nayê wê wateyê ku em lawaz ketin. Li herêmên din me hewl da hebûna xwe zêdetir bikin û hêza xwe xurtir bikin. Em dê wek YPJ, heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û xwe bighînin hemû jinên azadîxwaz. Hewcedarî li kuderê hebe em ê li wir bin. Em ê bêhtir rêxistina xwe xurtir bikin û zîhniyeta sîstema heyî li Sûriyeyê tu car qebûl nakin û ji bo nasname û axa xwe biparêzin em ê li berxwe bidin.”