YPJ: Heta fedaiyên vî gelî hebin wê serkeftin a gelê me be
YPJ’ê fedaiyên parastina taxa Şêx Meqsûdê Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar bi bîr anîn û got: “Bi qasî ku fedaiyên vî gelî yên mîna Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar hebin, wê serkeftin her ya gelê me yê serfiraz be.”
Navenda Nûçeyan – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî çalakiyên feda yên parastina taxa Şêx Meqsûdê Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Şêx Meqsûdê li ser şopa fedaiyên wekî Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barînan, destanên qehremaniyê dinvîsin. Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dehan fedaiyên hemdem li dijî hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker çalakiyên fedaî kirine. Îro li gor agahiyên ku ji qadê dighên ber destê me, dide xuyakirin ku ev pêla fedaiyan xwe di berxwedana Helebê de dubare dike. Heta niha gelek Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tarzeke fedayî bersiva çeteyên dagirker daye.
Ji van fedaiyan yên ku heya niha wek nav tên zanîn; Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar in.
Ev doz doza serkeftina mirovahiyê ye. Bi qasî ku fedaiyên vî gelî yên mîna Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar hebin, dê serkeftin her ya gelê me yê serfiraz be.”