Yekîtiya Mafên Mirovan: Talîban li Heratê jinan ji ber cilên wan digre

Yekîtiya Mafên Mirovan, ragihand ku jin li Heratê ji ber cureyê cilên ku li xwe dikin, ji aliyê Talîbanê ve tên girtin û ev yek mîna binpêkirina rûmeta mirovan, azadiyên takekesî û mafên bingehîn ên jinan nirxand.

Navenda Nûçeyan – Talîban a ku ji nû ve bû desthilatî, zextên li ser cil û bergên jinan didomîne. Yekîtiya Çalakvanên Mafên Mirovan bi daxuyaniyek ragihand ku jinên li Heratê ji ber cil û bergên xwe û xuyangkirina xwe, li cihên giştî rastî girtin, gef û şermizarkirinê tên.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kişandina jinan ji otomobîlan a li ber çavên mirovan, bi zorê veguhestina wan a ji bo cihên nenas û afirandina atmosferek tirsê, li bajêr “ne sepandina qanûnê ye yan jî mîsogerkirina aramiya giştî ye,” Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev, mînakek binpêkirina rûmeta mirovan û mafên bingehîn ên jinan e.

Hewldanên ji bo dûrxistina jinan a ji qada giştî

Her wiha Yekîtiyê tekez kir ku girtina jinan a ji ber cilên wan, digel bêparkirina wan a ji perwerde, kar, beşdariya civakî û azadiya tevgerê, beşek ji pêvajoya jiholêrakirina jinan a ji qada giştî ye.

Yekîtiya Çalakvanên Mafên Mirovan kiryara Talîbanî ya li hember jinan, wek bîranîna serdemên cûrbecûr ên zordariya li ser jinan a di dîroka Efganistanê de bi nav kir. Yekîtiyê ev pêkanîn, wek berdewamiya “şêwazên dîrokî yên şermezarkirin, revandin û bêhêzkirina jinan” bi nav kir.

Banga ‘Tedbîr bigrin’

Saziyê bang li Neteweyên Yekbûyî, raportorên taybet, saziyên mafên mirovan, hikûmetên ku pabendî nirxên demokratîk in û civaka navneteweyî kir. Di bangewaziyê de hat xwestin ku li hember tiştê ku ew wek ‘çewsandina jinan’ bi nav dike, bêdeng nemînin û ji bo pêşîgirtina li berdewamiya vê meylê, tedbîran bigirin.

Cureyên lixwekirina cilan li ser jinan tên ferzkirin

Ev bersiv di demekê de tê ku di rojên dawî de raporên girtina jin û jinên ciwan li Heratê ji ber lixwenekirina hicabê ku ji hêla Talîbanî ve tê xwestin, hatine bel