Yekîtiya Jinên Sûdanê daxwaza azadiya jinên girtî kir

Yekîtiya Jinên Sûdanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser binpêkirinên li dijî jinên di nava xebatên sivîl û çapemeniyê de cih digirin û daxwaza berdana jinên girtî kir. Yekîtiyê got, "Rûmeta jinên Sûdanê ne mijara nîqaşê ye.”

Sûdan – Yekîtiya Jinên Sûdanê bi daxuyaniyekê banga berdana hemû jinên ku li Sûdanê ji ber çalakiyên xwe yên sivîl, xebatên mafên mirovan û rojnamegeriyê bi awayekî keyfî hatine girtin kir û xwest çarenûsa kesên bi zorê hatine windakirin demildest bê eşkerekirin. Di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku jinên Sûdanê "ne amûrê şer in û ne jî kaxezek danûstandinê ne."

Daxuyaniya ku îro hat weşandin de, serbestberdana hejmarek çalakvan, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û parêzvanên mafên jinan wekî "helwesteke prensîbî ya ji bo parastina rûmeta mirovan" da diyar kirin.

'Xebatên jinan sûc nînin'

Daxuyaniya ku bi dirûşma "Azadî ji bo jinên girtî, parastin ji bo jin û keçan, edalet ji bo qurbaniyên şer" hate dayîn, hemû cureyên tundî û binpêkirinên li dijî jinan şermezar kir û bal kişand ser hedefgirtina parêzvanên mafên mirovan ên jin û rojnamevanan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çalakvaniya sivîl, xebatên rojnamegeriyê û beşdarbûna di destpêşxeriyên aştiyê de sûc nînin û ev tişt hatin gotin: "Azadî mafekî xwezayî ye ku divê nebe bedela pêkanîna çalakiyên sivîl. Divê dawî li zext û gefên li ser jinan bê anîn."

Banga beşdariya di avakirina pêşerojê de

Yekîtiyê her wiha xwest ku ewlehiya çalakvan û rojnamevanên jin bê misogerkirin, rêz li mafên wan ên di jiyana siyasî û sivîl de bê girtin û jin di avakirina pêşeroja Sûdanê de cih bigirin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku sûcdarên şîdetê li ber qanûnê hesab bidin û hemû jinên ji şer bandor bûne bigihîjin piştgiriya mirovî, psîkolojîk û hiqûqî.

Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Sûdanê bi van gotinan bi dawî bû: “Rûmeta jinên Sûdanê ne mijara nîqaşê ye, û aştiya rastîn nikare li ser dûrxistina jinan were avakirin.”