Li Îranê rêjeya xwendina jinan zêde dibe, lê di hêza kar de kêm dibe
Têkoşîna jinên Îranî ya ji bo perwerdehiyê mezin e, lê qanûn û kevneşopî deriyê jiyana aborî li wan digirin. Tevî ku zêdetirî nîvê xwendekarên zanîngehê jin in, rêjeya wan a di hêza kar de li jêr sedî 17'î dimîne.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê di salên dawî de her çend rêjeya jinan di perwerdeya zanîngehê de zêde bûye, ev rewş rêjeyî di hêza kar de na teyisîne. Her çend rêjeya jinan di perwerdeya bilind de ji salên 2000’an vir ve ji sedî 50 derbas bûye jî, rêjeya beşdariya wan a aborî di navbera ji sedî 14-17 de dimîne.
Her çend hate destnîşankirin ku rêjeya kêm a beşdariya jinan di hêza kar de tenê bi asta perwerdeyê nayê ravekirin, sazumaniyên yasayî, newekheviyên pergalî di jiyana kar de û berpirsiyariyên lênêrînê jî astengiyên girîng in.
Xala hezar û 117 a Yasaya Sivîl a Îranê, maf dide mêr ku hevjîna xwe asteng bike ku pîşeyek ew dijî berjewendiyên malbatê an jî navûdengê xwe dibîne. Xala hezar û 105 a heman yasayê dibêje ku serokê malbatê mêr e.
Rêjeya jinan di rêveberî û karsaziyê de kêm e
Li gorî daneyên derbarê hêza kar a Îranê, jin di warê derfetên pêşketina kar de jî bi newekheviyan re rû bi rû dimînin. Li gorî anketa hêza kar a Navenda Îstatîstîkên Îranê, jin bi qasî ji sedî 19’ê peywirên rêveberiyê digirin.
Barê lênêrînê bandorê li derfetê kar dike
Mesrefên lênêrîna zarokan, lênêrîna rojane û xizmetên navmalî jî di nav faktorên ku bandorê li rewşa jinan di hêza kar de dikin de ne. Rastiya ku beşek girîng ji berpirsiyariyên lênêrînê li ser jinan e, mesrefa destpêkirin û parastina kar zêde dike.
Ji ber vê, zêdebûna hebûna jinan li zanîngehên Îranê nayê wateya temsîliyeta wekhev di hêza kar de. Astengiyên yasayî, pergalî û her wiha newekheviyên di berpirsiyariyên lênêrînê û derfetên pîşeyî de, wek astengiyên sereke yên li pêşiya beşdariya jinan di jiyana aborî de derdikevin pêş.