Ji bo vekirina telefona Rojîn Kabaîş xebata sîber dest pê dike
Parêzerê malbatê ragihand ku pisporên sîber dê bêyî ku daneyên telefonê jê bibin şîfre bişikînin û destnîşan kir ku ev pêngav dê xalên tarî yên di lêpirsînê de ronî bike.
Navenda Nûçeyan – Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil ya Wanê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de bi awayekî bi guman winda bûbû û piştî lêgerîneke dirêj bi awayekê kuştî hatibû dîtin. Hate ragihandin ku di doza têkildarî xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da tê meşandin de, wê bi armanca vekirina telefona ku heta îro nedihat vekirin, xebatek teknîkî ya nû bê destpêkirin. Parêzerê malbatê, bi rêya hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand ku pisporên edlî yên sîber bi wan re têkilî danîne û diyar kirine bêyî ku daneyên di cîhazê de werin jêbirin, şîfre dikare bê şikandin.
Dê li ser telefonekî din a heman marqe û modelê were ceribandin
Parêzer, diyar kir ku der barê pêvajoyê de bi dozgeriyê re hevdîtin pêkanîne û da zanîn rêbaz dê pêşî ji bo armanca analîzkirina rîskan, li ser telefoneke din a heman marqe û modelê were ceribandin.
‘Dê ev xebat xalên lêpirsinê yên di tarîtiyê de mane eşkere bike’
Parêzer, da zanîn ku ger ceribandin serkeftî be, dê ev rêbaz rasterast li ser telefona Rojîn Kabaîş were sepandin û wiha got: "Em li bendê ne ku ev xebat hefteya bê were pêkanîn. Vekirina telefonê, tê wateya eşkerekirina delîlên dîjîtal ên herî girîng ku dikare xalên lêpirsinê yên di tarîtiyê de mane, eşkere bike.”