Yekîtiya Jinên Kurd: Divê kongreya yekîtiya neteweyî tavilê bicive

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bersiv da banga Rojava: Divê kongreya neteweyî bi derengî nekeve.

Navenda Nûçeyan –Patforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê piştgirî da banga Jinên Kurd a Rojava ku konferansek neteweyî were lidarxistin û got: “Di vê çarçoveyê de, em destnîşan dikin ku divê Kongreya Yekîtiya Neteweyî bêyî ti hincet û derengketinê demildest bê lidarxistin, ji ber ku ev yekîtî mîsogeriya mafên gelê me yên rewa ye.”

Komîteya Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, çend roj berê banga konferansek neteweyî ya Kurd kiribû. Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur jî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da banga Jinên Rojava û xwest demildest konferansa navneteweyî bê lidarxistin.

Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bi vî rengî ye:

“Wekî Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur, em di serî de balê dikşînin ser êrişên ku li dijî Rojava û destkeftiyên gelê Kurd têne meşandin û parastina nasnameya Kurdî ya ku bi keda 14 salan û bi berdêlên giran hatiye bidestxistin, wekî peywira herî pîroz dibînin.

Di vê pêvajoya girîng de, parastina van destkeftiyên neteweyî û xurtkirina nasnameya me tenê bi yekdengiyeke neteweyî pêkan e; lewma em banga xwişkên xwe yên Rojava ya ji bo lidarxistina konferansekî neteweyî bi tevahî piştgirî dikin.

Nabe ku kongre bi derengî bikeve

Êdî dem hatiye ku hemû hêzên Kurdî li ser maseyekê bicivin û vîzyoneke hevpar a siyasî ava bikin da ku em bikaribin li dijî van êrişan bibin xwedî helwesteke yekbûyî. Di vê çarçoveyê de, em destnîşan dikin ku divê Kongreya Yekîtiya Neteweyî bêyî ti hincet û derengketinê demildest bê lidarxistin, ji ber ku ev yekîtî mîsogeriya mafên gelê me yên rewa ye.

Rola jinên Kurd a yekîtiyê

Di avakirina vê pêvajoyê de, rola herî stratejîk û pêşeng dikeve ser milê jinên Kurd ên ku li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê li ber xwe didin. Jin dê di yekkirina gelê me de bibin dengê herî hîmdar û rê nîşanî pêvajoyên siyasî bidin, lewra yekîtî hêza me ye û pêşengiya jinan mîsogerkirina vê serkeftinê ye.