Ji Meclîsa Sûriya Demokratîk banga çareseriyê

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî rewşa aborî û mirovî ya gelê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di daxuyaniyê de balê dikşîne li ser rewşa aborî û mirovî ya gelê Sûriyeyê û wiha dibêje: “Pirsgirêkên aborî yên li hemû herêmên Sûriyeyê mezin bûne û divê demildest bên çareserkirin.”

 

 Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Pirsgirêka jiyanê, ewlehiya xwarin û tenduristiyê bûye yek ji pirsgirêkên destpêke yên neteweyî ku divê dirêj nebe û neyê taloqkirin. Li gelek herêmên Sûriyeyê yên cuda rewşa jiyanî û aborî xirab bûye. Gelê Sûriyeyê li hemberî vê rewşê bi awayekî rewa nerazîbûna xwe tîne ziman û zehmetiyên xwe bi lêv dike.”

Gel nema dikare tiştekî bikire 

Daxuyanî bi vê awayî didome: “Li gelek herêman ji Kobanê heyanî Dêrazorê û Reqayê, ji Şêxmeqûd û Eşrefiyê heyanî digihêje paytexa Sûriyeyê Şamê û li gelek parêzgehên Sûriyeyê rewşa jiyanî û mirovî ya gelê Sûriyeyê ber bi aloziyeke aborî ve ku xetereyê li ser aramiya neteweyî, civakî û êşa welatiyan zêde bibe, çêdike. Bi taybet madeyên xwarin û hwd gelekî biha bûne. Gel nema dikare tiştekî bikire. Jixwe rêjeya betaliyê zêde bûye û kar nayê peydakirin. Di dîroka welat de ev cara yekem e ku asta feqîrtiyê wisa zêde dibe."

Di daxuyaniyê de dibêje: "Polîtîkayên hikumetê tevgerkirina aborî sînordar kiriye, yan jî dorpêçkirina hinek herêman, plansaziyên hikumetê yên aborî û alîkariyê tune ne, bihabûna madeyan nayê kontrolkirin, bihabûna nan, elektrîk û enerjiyê zêde kirine. Vê yekê barê gel giran kiriye û ew bê çare mane."

MSD’ê bang dike û dibêje: “Divê hikumeta demkî û hemû aliyên rêveber zû bikevin nava tevgerê. Ji bo pirsgirêkên aborî werin çareserkirin, plansaziyên zelal deynin. Parastina hemwelatî û garantiya ewlehiya xwarin û tenduristiyê hedefa wan a yekem be. Madeyên sereke yên jiyanê bi buhatên li gorî asta wan a aborî werin firotin.”

Meclisê destnîşan kir ku divê daxwazên gel bi ruhekî berpirsyar ê neteweyî pêk werin. Polîtîkayên aborî yên bi edalet û li gorî rewşa hemû herêman, bê ku cîdahî têxin navberê de aloziya aborî çareser bikin û di navbera civakê û saziyên têkildar de bawerî çêbibe. Ji bo aloziya aborî çareser bibe, divê hevkariya netewî ya berfereh, îradeya siyasî ku berjewendiyên hemwelatiyan li ser her tiştî digire, rûmet û mafên hemwelatiyan ên jiyana ewle û birûmet, hebin.

Meclisê bang li hemû hêzên nîştîmanî û civakî kir ku bi hev re bixebitin da ku ev pêvajoya zehmet derbas bibe. Bi baweriya rizgarkirina mirovên sûrî ji hemû zehmetiyên wî yên jiyanê bingehê riya siyaseta siberojê ku hedef dike Sûriya azad, serbixwe, bi edalet û jiyana birûmet ya hemû gelê Sûriyeyê garantî bike, ava bike."