Jinên Elewî yên Sûrî serpêhatiyên xwe vegotin
Beşa BBC Erebî li ser tawanên giran ên li dijî jinên Elewî yên li Sûriyeyê hatine kirin raporek weşand
Navenda Nûçeyan – Beşa BBC Erebî li ser tawanên giran ên li dijî jinên Elewî yên li Sûriyeyê hatine kirin raporek weşand. Jinên Elewî yên ku ji hêla çeteyên DAIŞ û çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ ê ve hatine revandin û destdirêjiyan re rûbirû hatine qala xwe dikin.
Jina ciwan ya ku ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe ne gotiye, ji Servica BBC World re got ku: “sê zilamên çekdar ji wesayîtekê daketin, xwe wekî hêzên ewlehiyê yên hikûmetê dan nasîn û ew kaş kirin nav otomobîlê. Dema ku dest bi girî û qîrînê kiriye hîn bi tundtir lê dane.
"Yekî ji wan ji min pirsî gelo ez Sunnî me an Elewî me. Dema min got ez Elewî me, wan zêdetir dest bi heqaretê li mezheba min kirin.”
Lobiya Femînîst a Sûrîyeyê (SFL), ku komeke parêzvanên mafên jinan e, dibêje ku wan ji malbatan, medyayê û çavkaniyên din rapor wergirtine ku zêdetirî 80 jin winda bûne. Ew dibêje ku wan piştrast kiriye ku 26 ji van dozên revandinê ne. Piraniya revandinan ji derdora bajarê benderî yê Laziqiyê hatine ragihandin.
Jinek din jî ya ku navê xwe ne daye dibêje hemû kesên ku wê dîl girtine maske li xwe kiribûn û bi zaravayekî erebî yê sûrî diaxivîn. Wê vegot ku wan jê re gotibûn, "Jinên elewî ji bo ku sabaya bin hatine afirandin," peyveke erebî ya kevin e ku tê wateya "dîlên jin" û ji hêla hin tundrewên îslamîst ve tê bikar anîn da ku koletiya cinsî ya jinan wesf bike.
Jina bi navê Ramiya jî dibêje: “Neçar maye nîqabê li xwe bike, cil û bergek ku tevahiya laşê wê vedişart û tenê çavên wê vekirî dihişt. Wê got ku ew di odeyek bin erdê de girtî bû ku tê de nivîn û kelûpelên paqijiyê hebûn. Ramiya dibêje ew kesê wî revandiya zimanê erebî baş nizanîbû û xwedî “taybetmendiyên Asyayî” bû.
Di meha Tîrmehê de, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku wê raporên bawerpêkirî wergirtiye ku herî kêm 36 jin û keçên Elewî, yên di navbera 30 û 40 salî de, hatine revandin û dîlgirtine. Li ser vê bûyerê jî wan heşt doz bi berfirehî belge kirine.