Xwepêşandanên li Suweyda pênc hefte ne didomin

Xwepêşandanên li Meydana El Karama ya bajarê Suweydayê berdewam dikin û di nava xwepêşandanan de jin, mêr û zarok hene, daxwaza wekhevî, başkirina şert û mercên jiyanê û guhertina rewşa siyasî ji bo welat dikin.

RUŞÊL CUNYUR

Suweyda – Xwepêşandanên gel ên li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ku  ji bo rûxandina rejîma Sûriyeyê, û dadgehkirina serokê Sûriyeyê Beşar Esad û başkirina rewşa jiyanê tên lidarxistin, di hefteya xwe ya pêncemîn de berdewam dikin. Jinên ku beşdarî xwepêşandanan bûn diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin. Xwepêşandêr di roja 16’ê Îlonê de careke din li Meydana El Karama kom bûn û pankarta bi nivîsa “Rûmeta hemû gelên Sûriyeye” bilind kirin, dest bi xwepêşandanan kirin. Hejmarek zêde jin û jinên ciwan jî beşdarî xwepêşandanan bûn, dan zanîn ku ew ê teslîmê gefên hikumeta Şamê nebin û daxwaza mafên xwe yên ku ji wan hatine girtin bikin.    

‘Heta daxwazên me pêk neyên wê çalakiyên me bidome’ 

Îman Ferec ê ku beşdarî xwepêşandanan bû da zanîn ku li gel xelkê bajarê xwe beşdar bûye û daxwaza têkoşîna li dijî gendeliyê û ji bo aramiya Sûriyeyê û parastina rûmeta xwe kir û wiha got: “Gel hîs dike ku ji ber zorî, zehmetî, biçûkxistin û heqareta ku li wan tê kirin rûmet û însaniyeta xwe winda kirine. Em bi dirûşmên ku tên berzkirin, daxwaza azadî, rûmet û têkoşîna li dijî gendeliyê dikin. Em dewletek bi aram û ewle dixwazin. Em destwerdana derve naxwazin ji ber ku em daxwaza mafên xwe yên rewa dikin. Em gihîştine qonaxekê ku êdî em nikarin tiştên tên serê me tehemul bikin lewma em bi dengê bilind dibêjin; ‘Êdî bes e ji bo binpêkirina mafan.’ Em êdî ji tiştekî natirsin, jin di hemû qadan de xwedî rol in. Em li hêviya pêşerojeke ronî ne. Heta ku daxwazên me yên aştiyê pêk neyên em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

‘Em azadî û rûmetê dixwazin’

Şorûq El-Mutenebbî jî diyar kir ku daxwazên wan gelekî zelal in û divê di zûtirîn demê de bên bicihanîn û wiha got: “Sûriyeyê ji destpêka şoreşa sala 2011’an ve heta niha berdêlên gelek giran dane.  Daxwazên me daxwazên hemû jinên li ser vê axê ne. Em azadî û rûmetê dixwazin. Em naxwazin zarokên me di nava derya û daristanan de, di riyên koçberiyê de bimrin. Mafê wan e ku li ser xaka xwe bi ewle û azad bijîn û mezin bibin. Heta daxwazên me neyên bicihanîn wê xwepêşandanên me berdewam bikin û em ê gavan şûnve navêjin.”