‘Ji ber berjewendiyê aborî çav li bikaranîna çekên kimyawî tê girtin’

Gelê Kurd hertim rastî dagirkeriyê hatiye û cûrê herî xirab yên çekê kimyayî li beramberî wan hatiye bi karanîn. Lêkolînera çekên kimyawî Îrad Menûçeher dibêje: “Ji ber berjewendiyên aborî, zagonên navnetewî nayê bicihkirin.”

ŞÎLAN SALIH

Silêmanî- Di salên 1980-1990’an de ji aliyê rejîma Îran û rejîma baas ya Îraqê li beramberî gelê Kurd bi karanîne. Niha jî rejîma Îranê gaza bi jehr li dibîstanên Rojhilatê Kurditanê û beşek yê Îranê ji bo bêdengkirina dengê şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ bi kartîne. Dewleta tirk jî hertim çekên kimyawî yên herî giran li çiyayê Kurdistanê li beramberî gelê Kurd û gerîllayên tevgera azadiyê li çiyayên Kurdistanê bikartîne û komkujiyan li beramberî gelê Kurd pêktîne û herçendî bikaranîna çekên kimyawî di zagonên navnetewî de qedexeye, lê belê dewletên navnetewî li beramberî bikaranîna çekên kimyayî ku dewleta tirk ku di imzakirina peymana qedexekirina bikaranîan çekên kimyawî de cih digre û li çiyayên Kurdistanê bi kartîne bêdeng e. Ev bêdengî jî di berjewendiyê dewletên serdest ya li gel dewleta tirk deye.

‘Çekên kimyawî ji ber metirsiya wê di zagonên navdewletî de hatiye qedexekirin’

Lêkolînera çekên kimyawî Îrad Menûçeher diyar kir ku çekên kimyawî di asta navdewletî de hatiye qedexekirine û got: “Bi taybet dema ku di şerê cîhanê yê yekem û dûem de hatî bikaranîn, bû sedemê kuştina bi milyonan mirovan. Ev jî wisa kir ku di zagonên navnetewî de ji bo qedexekirina wê di şeran de gelek nîqaş li ser were kirin. Piştî şerê cîhanê yê dûem, çekên kimyawî çekên herî metirsîdar bû ku li herêma Kurdistanê li dijî gelê Kurd hate bikaranîn. Hemû çek komkujiyan pêktînin û metirsîdarin, lê belê çekê herî metirsîdar çekê Vîêkse, ku çekek ku jêre dibêjin çekê gaza demar û ev li demarê kesan dikeve.”

‘Çekê herî metirsîdar ya kimyawî li beramberî gelê Kurd hatiye bikaranîn’

Îrad Menûçeher da zanîn ku ev çekên kimyawî ji derveyî ziyanî canî, dibe sedemê ji holê rabûna xwezayê. Herwiha dibe sedemê têkçûna zincira xwarina di nava zindiyan de û bandorek mezin bi cih dihêle û wiha got: “Çend cûrên çekên kimyawî li dijî gelê Kurd hatiye bikaranîn weke gaza xerdel, Tabun, Sarîn, Vîêks û her wiha piraniya çavkaniyan derdixe ku gaza Siyanî jî hatiye bikaranîn. Di sala 1993’an de bikaranîna çekên kimyawî di asta navdewletî de bi zagon hate qedexekirin. Piraniya welatan ev peyman îmzakirin ku kirîn û firotina çekên kimyawî qedexe kirin. Li gora wan zagonan her welatê ku çekê kimyawî li beramberî mirovan bikarbîne, wê di aliyê aborî de were cezakirin û divê biçe dadgeha ku li Lahaî heye. Weke ew cezayê aborî li ser Îraqê sepandî, dema ku ji aliyê rejîma Baas ev çeke hatî bikaranîn.”

‘Zagonên navnetewî nayên bicihkirin’

Dewleta Tirk yek ji wan welatane ku di nava salekê de herî zêde çekên kimyawî li herêmên parastina medyayê li çiyên Başûrê Kurdistanê bi armanca dagirkeriyê bikaranîn. Di bikaranîna êrîşek ya çekên kimyawî de 11 gerilayên tevgera Azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, lê belê rêxistin û aliyên navnetewî li beramberî vê yekê bêdeng bû. Îraç Menûçeher der barê vê yekê de wiha got: “Di zagonên navnetewî de ji bo bikaranîna çekên kimyawî ceza hatiye danîn. Lê belê niha kompanyên van çekan çêdikin û di zagonan de tu xalek der barê kompanayayan de nîne. Ev jî nakokiyekê di zagonan de çêdike. Gelek caran berjewendiyên aborî wisa dike ku di cezakirinê de çavên xwe bigrin. Ger zagon bi awayek rast were bicihanîn, divê ew welatên ku çekên kimyawî bikartînin di dadgehên navdewletî de lêpirsîn were destpêkirin û darazandin.”

‘Herî zêde dewleta Elmanya çeken kîmyewî di hilberîne û difroşe’

Îraç Menûçeher di dawiya axaftian xwe de wiha got: “Divê goftogoyên der barê zagonên navnetewî de kurtir bikin û cezayan girantir bikin û divê piraniya nirxandin li ser van çekan be. Ji ber ev çek tenê nabe sedemê kuştina kesan, demdirêj bandora wê dimîne. Ew welatên ku di şer de piranî bale nakêşin li ser bikarnîna van çekan. Ji ber vê jî ev wisa kiriye ku çekên kimyawî bi hêsan bi dest bikeve. Li gora çavkaniyan Almanya herî zêde çekên kimyawî di hilberîne û di firoşe. Lê belê heta niha neçûye dadgehê der barê wê de lêpirsîn nehatiye kirin.”