‘Divê komeleyên jinan ji bo wekheviyê bibin yek’

Seroka Komeleya Majeed Buleila Mufîda El-Behlûl diyar kir ku li Tûnisê ji ber ne pêkanîna qanûnan newekhevî dewam dike û diyar kir ku pêwîste komeleyên jinan weke yekitiyek bi koordîne bi hev re bixebitin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Navê têkoşera azadiyê Majeed Buleila ku li Tûnisê beşdarî têkoşîna neteweyî bû, ji aliyê komeleya têkoşîna mafên jinan ve hate zindî kirin. Seroka Komeleyê Mufîda El-Behlûl der barê xebatên Komeleya Majeed Buleila ku wekheviya zayendî û tevlîbûna jinan di mekanîzmayên biryardanê de armanc dike, bersiv da pirsên me.

Mufîda El-Behlûl anî ziman ku ji ber nepêkanîna qanûnên heyî tundiya mêr a li ser jinê didome û bal kişand ser pêwîstiya xebatên perwerdeyê yên ji bo guhertina zîhniyeta serdest a mêr. Mufîda El-Behlûl da zanîn ku girîng e komeleyên jinan li hev bicivin û bi koordîne bihevre bixebitin.

‘Divê ji bo guhertina zîhniyeta mêr jî xebat bên kirin’

*Tevî ku Qanûna Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê heye jî bûyerên tundiya li ser jinê û qetilkirina jinan zêde dibin. Çima qanûn di têkoşîna li dijî tundiyê de têrê nake?

Di encama têkoşîna bi sedsalan a jinan de qanûn tên derxistin. Lê tevî van qanûnan jî jin tên qetilkirin. Em nikarin bifikirin ku qanûn neheq e, lê divê em qebûl bikin ku qanûn şaş tê sepandin. Ger pêkanîna qanûnê bê alî bûya îro li welatê me tundiya li ser jinê nedigihişt vê astê. Hîna ne hatiye fikirîn ku wê hiqûq çawa hişyariyê bilind bike. Lewma li dijî zîhniyeta mêr ne gengaze ku têbikoşin. Ger ku hişmendiya mafên jinan bê avakirin, tundiya li ser jinê nayê kirin. Divê li ser zîhniyet û ramana mêr jî xebat bên kirin.

‘Ger qanûn bên bicihanîn tundî ji holê tê rakirin’

*Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de pêwîstî bi guhertina qanûna 58’an heye?

Em hêvî dikin ku ev qanûn di têkoşîna li dijî tundiyê de bi sûd be. Em wek komele û rêxistinên mafên mirovan perwerdeyan organîze dikin. Em di pêvajoya avakirina aliyên têkoşîna li dijî tundiyê de ne. Ji bo pêşîgirtina li tundiyê divê perwerde dayîn ji qereqola polîsan dest pê bike. Divê ji bo lêkolîner, ekîbên ewlekariyê, parêzer, dadger, jin û delegeyên parastina zarokan qurs bên organîzekirin. Alîgir dikarin termînolojiyê fam bikin û ji bo ku pê re mijûl bibin werin perwerde kirin.

Beriya her tiştî ne pêkan e ku di hemû qanûn, biryarname, destûra bingehîn, xalên qanûnî yên giştî, peymanên navneteweyî, hin protokol û qanûnên der barê parastina jinan ji tundiyê de guhertin bên kirin. Qanûna jimare 58’an ku di sala 2017’an de hat derxistin, ew qanûn bû ku hemû mijare û valahiyên berê kom kir û bi cih anî, her çend bi awayê ku me hêvî dikir nehat cîbicîkirin, lê pêwîstî bi guhertinên nû nîne. Zagoneke me ya wisa berfireh û resen heye ku eger pêk were tundiya li ser jinê dikare ji holê rabe.

‘Wekheviya di qanûnê de, di pratîkê de nîne’

*Li gorî we jinên li Tûnisê xwedî hemu mafane? Ew çawa ber bi bidestxistina wekheviyê ve pêş ketine?

Jinan li Tûnisê ji aliyekî ve wekheviyeke rastîn girtin, ji aliyê din ve jî nekarîn wê wekheviyê pêkbînin. Wek mînak ez wek parêzvanek mafên mirovan dibînim ku hin zagon di berjewendiya jinan de hatine guhertin. Ji bo nimûne, qanûna velayetê. Jin dikare bi zarokên xwe yên biçûk re bêyî destûra mêrê xwe seferê bike. Li vir, ew dikarin wek mêran xwedî heman mafan bin. Jin dikarin bi daxwaza xwe zewaca xwe bi dawî bike. Mafê telaqê mafek e ku li piraniya welatên Ereb nayê dayîn. Ji aliyê siyasî ve em dibînin ku wekhevî pêk nayê. Ji aliyê aborî ve bi taybetî ji bo jinên gundî mûçeyên wekhev nayên dayîn û rastî kedxwariya giran tên. Jinên gundî bi mêrên ku heman karî dikin nikarin mûçeyê wekhev bistînin. Em dibînin ku jin berdêla keda xwe nagirin. Ji ber vê yekê jî jin ji bo ku di mekanîzmayên biryargirtinê de cih bigirin û mafên xwe pêş bixin pêwîste alîkarî were dayîn.

‘Em ji bo wekheviya tam têdikoşin’

Li ser rêbazên xebata komeleyên jinan gelek rexne tên kirin. Tê sûcdarkirin ku ew dengê çîneke diyar a jinan in. Zagona Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya hêjmar 58’an ne tenê ji bo mafên kadro û xebatkarên jin, her wiha ji bo hemû jinan bêyî cudahî û statûya xwe bigire hat amadekirin. Wekî kesek ku di dema pandemiya coronavirus de beşdarî karûbarên hiqûqê bûyî, Navenda Jinê ya Neteweyî ji hêjmara jinên ku bi min re têkilî danî şaş ma. Bijîşk  û profesor jî di nav de ji gelek jinan serlêdanên tundiyê hatin. Ez li vir dibînim ku komeleyên femînîst çînekê naparêzin û ji yên din re jî cudakarî nakin. Bêyî ku aliyek cuda bikin li dijî bê edaletî, zilm, zext û kedxwariyê têdikoşin.

Em hemû ji bo bidestxistina wekhevî û mafên xwe yên tam û ji holê rakirina tundiyê dixebitin. Em dixwazin komeleyên jinan bên gel hev û bibin yek. Em hêvîdar in ku ji bo xizmeta pirsgirêkên jinan û parvekirina xebatê civînên hevpar ên berfireh pêk bînin. Parvekirin tê wateya bidestxistina encamên baştir. Ez wek aktîvîstek mafên mirovan û parêzerek, bang li komeleyan dikim ku li ser mijarên femînîst ên hevpar bibin yek û bi koordîne bixebitin. Dibe ku em ji bo pirsgirêkên jinên Tûnisî rû bi rû ne, çareseriyên bi bandortir bibînin. Em ê bêkariya jinan kêm bikin û rastiya xwe pêş bixin.