Şêniyên Qamişlo piştgirî dan berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Şêniyên bajarê Qamişlo, ji bo piştgriya gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd meşek girseyî li darxistin. Şêniyan gotin: “Çawa ku di Kobanê de şikestin wê di Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de jî bişkin.”
Qamişlo – Ji 6’ê Çileyê ve komên çete yên cîhadîst yên HTŞ’ê û çeteyên Hemzat û Emşat ên girêdayî dewleta Tirk, bi guleyên hawan, obîsan û tankan êrîşî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd yên Helebê dikin. Di encama van êrişan de jin û zarok jî di nav de 8 welatî jiyana xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn. Êrişên li ser her sê taxan bi dijwarî didome, tax di bin dorpêçê de ne. Rewşa mirovî ya li taxan her ku diçe xirabtir dibe.
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6’ê Çileyê ve li dijî êrişan çalakî tên lidarxistin. Pêkhateyên herêmê îro jî ji bo êriş rawestin û jiyana welatiyan bên parastin li qadan bûn. Yek ji navendên ku çalakiyên girseyî lê mhatin lidarxistin bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ye.
Şêniyên herikîn qadan bi diruşmeya “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi tevlîbûna hezaran welatiyan meşiyan. Meş ji pêşiya Çarxereya Sonî heta Stadyûma Şehîdên 12ê Adarê dewam kir.
Paşê li ser navê Insiyatîfa Gel a Herêmê Welîd Denkilî axivî. Welîd Denkilî êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û got: “Hêza Ewlekariya Hundirîn, destaneke qehremaniyê dinivisîne. Rêveberiya demkî komkujiya li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê pêk tîne. Li hember van êrîşan gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dixwazin bi rûmet û aram jiyan bikin. Lê ev çeteyên girêdayî dewleta Tirk nahêlin ku bi aramî jiyan bikin. Ev sê car in ku êrîşên hovane li ser vî gelî pêk tînin. Bi van êrîşan wê nikaribin vîna gelê me bişkînin, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê wê bibin Kobaniya duyemîn. Çawa ku di Kobanê de şikestin wê di Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de jî bişkin. Biryara me ev veger tu carî ji me re tune ye li ser pirojeya me ya biratiya gelan û Netewa Demokratîk e. Ji ber wê jî em dibêjin gav şûnde avêtin ji me re tune ye, em ê li ber xwe bidin.”
Meş bi diruşmeya “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.