Ji Leyda Recayî ti agahî nayê girtin

Hat ragihandin ku ji Leyda Recayî ya di 26ê Sibatê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve htiye girtin û ew birine cihekî ne diyar û ti agahî derbarê wê de nayê giritn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, jina bi navê Leyda Recayî, di roja 26ê Sibatê de li Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin. Tê gotin ku piştî hat girtin ew birin cihekî ne diyar, û ji wê rojê ve ti agahî nehtiye bidestxistin.

Li gorî agahiyên ji xizmên wê hatine, dibêjin: ‘ji aliyê tu saziyê ve daxuyaniyek fermî li ser sedema girtin û sûcê wê yan jî rewşa tendurustî nehat dayîn’. Malbata Leyda Recayî jî diyar kir ku ti agahî derbarê cihê ku lê tê girtin nehat dayîn.