HRANA: 200 jê zarok hezar û 262 kes hatin kuştin
HRANA diyar kir ku di nava 24 saetên borî de di êrîşên DYE-Îsraîl yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 53 kes hatine kuştin. Hejmara kesên ji destpêka êrîşan heta niha mirine, gihîşt hezar û 262’an di nav wan de 200 zarok hene.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA bîlançoya dawî ya şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYE de, bi raporekê belav kir.
HRANA da zanîn ku di 24 saetên borî de hejmara mirî û birîndaran 53 ye. Di raporê de hate diyarkirin ku duh êrîş dijî xaçerêyekê li ser Rêya Resalat a Tehranê hatiye pêkanîn û di encamê de gelek kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Li gorî raporê, ji saeta destpêkê ya 9’ê Adarê heta êvarê, herî kêm 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 19 sivîl birîndar bûn. Her wiha di encama êrîşan de 8 bûyerên mirinan hatiye tomarkirin, lê belê nehat zanîn kesên jiyana xwe ji dest dane sivîlin an jî leşker in, hê lêkolîn didome.
Di raporê de hate diyarkirin ku ji destpêka êrîşan heta niha 1262 kesan jiyana xwe ji dest dane û di nava vê hejmarê de 200 zarok hene, 190 leşker hatine kuştin û nasnameya 335 miriyan tê lêkolînkirin.