Êrîşên Îsraîl-DYE li dijî Îranê di roja 12’an de ye

Di çarçoveya êrîşên Îsraîl-DYE ku li dijî Îranê didomin de, gelek bajar tevahiya şevê bûn hedefa êrîşan. Rêveberiya Tehranê diyar kir ku êrîşî sivîl û binesaziyên sivîlan hatiye kirin û hejmara windahiyan ji 300’î derbas bûye.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilata Navîn rageşî zêde dibe û êrîşên Îsraîl-DYE yên li dijî Îranê, ket roja 12’an. Êrîşên hewayî ku gelek bajar kirin hedef didomin, alî hevdû tewanbar dikin û tevgera leşkerî ya herêmê îşaret bi metirsiya berfirehiyek nû dike. Di geşedanên dîplomatîk de heta niha jî encamek şênber derneketiye.

Êrîşên Îsraîl-DYE li dijî Îranê ku di 28’ê Sibatê de destpêkirî, bê navber didome. Şevê din li Esfehan, Bişêr, Hûrmuzgan, Kişm, Bende Abbas, Çarmahal, Bextiyarî, Şehrî Kurd, Tehran û Kerecê êrîş li dijî hêzên rejîmê hate pêkanîn.

Êrîşên hewayî yên li dijî Lubnanê

Têkildarî êrîşan DYE’yê angaşt ku li nêzî Tengeva Hurmizê, êrîşî 16 keştiyên Îranê kirine. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku keştiyên mijara nûçeyê, li nêzî Tengava Hurmizê ‘mayîn bi cih kirine’. Li Lubnanê êrîş dom kir. Îsraîlê tevahiya şevê li dijî başûr û rojhilatê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anî. Li gorî agahiyan, di êrîşan de herî kêm 17 kes mirine û gelek kes birîndar bûne.

Li Îranê binçavkirin

Li aliyê din, Îran li beramberî îhtimala xwepêşadanan bi îdeaya ‘sîxur’ operasyonên xwe yên binçavkirin û girtinê zêde kir. Hêzên rejîmê, bi dehan kesên ku bi îdîaya sixurên DYE û Îsraîlê ne, binçav kir. Polîsên Îranê, ragihandin ku 18 kesên ku dihat îdîakirina ku têkiliya wan bi medya û aktorên derve re hene, girtine.

‘Êrîşî 10 hezar waran hate kirin’

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îranê, DYE û Îsraîl bi hedefgirtina bi zanebûn a sivîlên li Îranê sûcdar kir. Nûner da zanîn ku hejmara kesên di encama êrîşan de mirine, ji 300’î derbas bûye û nêzî 10 hezar warên ku sivîl lê dijîn, bûne hedefa êrîşan. Nûner destnîşan kir ku di êrîşan de qadên bicihbûna qerebalix û bînesaziyên krîtîk ên sivîl hatine hedefgirtin û êrîş wek ‘sûcên tirsnak’ bi nav kir. Her wiha agahiya ku di êrîşan de ji derveyî nêzî 8 hezar avahî, navendên ticarî, tesîsên tibî û derman, dibistan û saziyên perwerdê di nav de bi giştî 9 hezar 669 cihên bicihbûna sivîlan hilweşiyane, parve kir.

Biryara sînordarkirinê


Şirketa dîmenên peykê yên bi çareseriya bilind ku ji hêla rojnamevan û lêkolîneran ve ji bo lêkolîna berpirsyariya DYE’ê di roje yekem a êrîşên ser Îranê de li dijî êrîşa li ser dibistanek keçan de bibikar anîn, biryara sînordarkirina parvekirina dîmenan da. Şirketa Planet a navenda wê DYE ye ku daneyên peykê yê New Yor Tîmes, BBC û saziyên din ên medyayê pêk tîne, diyar kir ku weşandina dîmenên li Rojhilata Navîn hatine kişandin, du hefteyan taloq kirine. Dîmen ji bo piştrastkirina îdîayên aliyan di pevçûnan de û bi taybetî şopandina êrîşên li dijî bînesaziyên sivîl, bender û nexweşxaneyan dihat bikaranîn.