Xwendekara Efgan: Tu hêz dê nikaribe pêşî li hêviyên me bigre
Li Efganistanê piştî ku bi hatina Talîbanê re deriyên dibistanan li xwendekarên keç hatin girtin nifşeke din ango zarokên keç û jinên ciwan weke bîst sal berê bi astengiyên li ser jiyana xwe û nediyariya pêşerojê re rûbirû ma.
BEHARAN LEHÎB
Tahar – Fîrûze Şerîfî ya 18 salî li bajare Taharê dijî. Jiyana wê di navbera tirs û hêviyê de derbas bûye. Hê jî roja ku Talîban ketiye bajar tê bîra wê. Roja ku hem jiyana wê hem jî nifşê wê bi tamamî guherî…
Fîrûze wiha dibêje: “Navê min Fîrûze ye, ez di lîseyê, pola 10’emîn de bûm. Zaroka sêyem a malbatê me. Bi roj di karên malê de min ji dayîka xwe re alîkarî dikir, heta derengiya şevê dersa xwe dixebitîm. Di wan deman de difikirîm ku pêşeroja me di dest me de ye, her tişt pêkan e.”
Beriya hatina Talîbanê jiyana Fîrûze sade û bextewar bû. Ew li dibistanê yek ji xwendekarên herî serkeftî bû, xeyala wê ew bû rojek bibe bijîjk lê piştî hatina Talîbanê ji nişkave her tişt serûbin bû.
‘Wê rojê ez û dayîka xwe li sûkê bûn’
Fîrûze bi gotinên; “Wê rojê ez û dayîka xwe li sûkê bûn” wiha dibêje “Ji nişkave Talîban bi wesayîd û çekan ket bajar. Ji tirsan lerizîm. Min ji dayîka xwe re got em zû biçin malê. Dayîka min bi kenek bi êş û bi rûyê ku şaşewaz bûbû li min nihêrî û got: ‘Binêre Talîbana ku tu ji wan ditirsî ev in; te niha bersiva pirsên xwe girt.”
Deriyên dibistanan ji bo zarokên keç hatin girtin
Ji wê rojê ve heta niha deriyên hemû dibistanan ji bo zarokên keçik hatin girtin. Li hinek gundan, Talîbanê ferman da ku bi ser deriyên malên jinên ku hevjînên wan mirine yan jî yên qet nezewicîne ve al were daliqandin. Ev yek îşareta kontrola li ser jiyana jinan bû. Gelek malbat neçar man malên xwe biterikînin û koçberî Kabîlê bibin. Hê Tahar bi temamî neketibû, Kabîl jî ket destên Talîbanê û şîdeta şer zêde bû.
Fîrûze, der barê şer û şîdetê de wiha dibêje: “Bîst sal in şer û êrîşên xwekujî li bajar didomin. Gelek keç û xortên ciwan hatin kuştin. Dayîk hê jî êşa mirina zarokên xwe yên ciwan dikşînin. Piştî ku careke din Talîban hat, me hîs kir ku hemû xeyalên me ji dest me hatin girtin.”
Fîrûze diyar dike ku ew yek ji kesên ji nivşê nû yê li bajarên Efganistanê perwerde didîtin bû di nava civakê de bûn lê ji nişkave komek ku jinan asteng kir li ser çarenûsa wê serdestiyê kir û got: “Êşa ku ez dikşînim dibe ku berdewamiya êşa nifşê beriya min be lê ez bi têkoşîna jinên welatê xwe bawer im. Ez bawer dikim ku dê rojek careke din deriyên dibistanan vebin. Tu hêz dê nikaribe pêşî li hêviyên me bigre.”
‘Em hê jî dixwazin ji bo xwe malbat û welatê xwe bixwînin’
Fîrûze û nifşê wê, bi hatina Talîbanê re ji mafên xwe yê perwerde û bingehîn bêpar man. Ev yek dê bandorê li ser nifşên pêşerojê jî bike. Jiyana di bin tirs, zext û şîdetê de, bû sedem ku jin ji perwerde û pêşketinê dûr bikevin, civakek ku ji jinên ciwan pêk tê û pêşî li xeyalên wan hatiye girtin ava kir.
Fîrûze wiha bi dawî dike: “Em hê jî dixwazin bixwînin. Ji bo xwe malbat û welatê xwe. Em ê destûr nedin jiyana me li gorî tirs û şîdetê teşe bigre. Dê rojek were dengê me jî were bihîstin û êdî tu zarokek keç, neçar nemîne xeyalên xwe feda bike.”