‘Qeyrana li Efganistanê bi vegerên girseyî re kûrtir dibe’

Neteweyên Yekbûyî, der barê xirabûna rewşa aborî ya li Efganistanê hişyarî da û anî ziman ku dê ew yek dikare li ser civakek ku di bin xizanî û bêkariyê de tê pelçiqandin bibe sedemên encamên cidî û xeteriya xelayê gef li sedan malbatan dixwe.

Navenda Nûçeyan – Rewşa aborî ya xirab a Efganistanê, mîna nîşanek têkçûna Talîbanê di mijara rêveberiya welat de tê dîtin. Di heman demê sînorkirinên olî yên hatine ferzkirin zêde dibe û rêjeya beşdariya hêza kar a jinan jî li cîhanê di asta herî kêm de ye. Rêjeya beşdariya hêza kar a jinan tenê ji sedî 6 e. Tedbîrên hişk ên tên girtin jî, xwegihandina jinan a perwerde, kar û xizmetên tenduristiyê ne pêkan dike.

Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniya xwe ya 12’ê Mijdarê de ragihand ku başbûna aborî ya Efganistanê bi astengiyên cidî re rû bi rû dimîne û ji her 10 malbatan 9 ji wan neçar dimînin ku ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn xwarina xwe kêm bikin, milkên xwe bifroşin an jî deyn bikin.

Bi vegera bi mîlyonan Efganiyan ji Îran û Pakistanê re qeyran girantir bû. Ji sala 2023’an û vir ve 4.5 mîlyon kes vegeriyan welat û ev rewş jî nifûsa welat ji sedî 10 zêde kir. Erdhej, lehî û hişkesalî jî barê xizmetên giştî zêdetir kir.

Di rapora ji aliyê Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin de, hate diyar kirin ku ji sedî 90’ê malbatên vedigerin di navbera 373-900 dolar de deyndar in; ev mîqdar 5 qat ji dahata mehane zêdetir e. Di raporê de hişyarî hate dayîn ku her piştgiriya lezgîn neyê dayîn, wê xizanî, vederkirin û koçberî zêde bibe.

Rayedarê NY’ê Kanni Wignaraja jî, wiha got: "Li hinek herêman ji her 4 malbatan yek xwedispêre dahata jinan. Astengkirina karkirina jinan, ji bo hemû malbat û welat windahiyek mezin e."

Li gorî lêkolîna ku zêderiê 48 hezar malbatên vegeriyan Efganistanê beşdarbûn, hate diyar kirin ku nîvê kesên vegeriyane ji bo xurekê dev ji xizmetên tenduristiyê berdane û ji sedî 45 jî girêdayî çavkaniyên ava qirêj mane.