Ceza li rojnameger Rahîme Karvar hat birîn
Rojnameger Rahîme Karvar di danişînê de parastina xwe kir û got: “Çalakiyên ku di dosyayê de wek sûc hatine nişandan karen rojnamegeriyê ne, ez beraata xwe dixwazim.”
Navenda Nûçeyan – Çaremîn danişîna doza rojnameger Rahîme Karvar ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, îro li Dadgeha Cezayê Giran a 24'emîn a Stenbolê hat lidarxistin. Rojnameger Rahîme Karvar û parêzera wê Elîf Taşdogen tevî danişînê bûn. Parêzera Rahîme Karvarê Elif Taşdogen, diyar kir ku muwekîla wê rojnameger û çalakvana femînîst e û got: “ Muwekîla min tenê moderatoriya bernameya ku di îdianameyê de behsa wê tê kirin dike û nikare ji ber gotinên axaftvanan berpirsiyar were girtin. Bikaranîna peyva “Kurdistan” jî nikare wek sûc bê hesibandein.”
‘Ez ê kare rojnamegeriyê bidomînim’
Rehîme Karvarê jî parastin xwe kir û got: “Kiryarên min, ku wekî sûc têne nîşandan, çalakiyên rojnamegeriyê ne. Biryar çi dibe bila bibe ez ê kare rojnamegeriyê bidomînim. Ez beraeta xwe dixwazim.” Dadgehê bi angaşta ku “alîkariya rêxistinê” salek û 13 meh cezayê girtîgehê li Rahîme Karvar birî. Dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welêt berdewam bike. Lê qedexeya ku derkeve derveyî bajêr û di mehê de 2 caran îmzê bide qereqolê rakir.