Xizmên Windayan: Kiryarê Muhyettîn Taştekîn derxin holê
ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Muhyettîn Taştekîn ê ku di 5’ê Tebaxa 1993’an de li baxçeyê mala xwe hatî qetilkirin banga ronîkirina kiriyan kirin.

Amed – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 860’emîn de li Parka Koşuyolu li ber Bîrdariya Mafên Mirovan çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hate hilgirtin û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Muhyettîn Taştekîn ê k udi 5’ê Tebaxa 1993’yan daxwaza edaletê hate kirin.
Çîroka Muhyettîn Taştekîn, ji aliyê endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Berfîn Elçî ve hate xwendin.
Çîroka Muhyettîn Taştekîn wiha ye: “Malbata wî li bajarokê Konutbeklerê dijî gotin. Di roja 5’ê Tebaxa 1993’an saet 21.30’an de komeke ji 5-6 kesan pêk dihat û di destên wan de bitêl û çek hebûn û bi kincên sivîl hatin gundê me. Keseke ji vê komê kete mala me û yên din li derve rawestiyan. Kesê ku kete hûndir melayê teqawîbûyî Muhyettîn Taştekîn ê 60 salî derxiste derve û bir nava bexçe, nehişt kesek ji malê derkevin. Piştî kêliyekî dengê gelek çekan hate bihîstin. Pişt re malbat dibine ku Muhyettîn Taştekîn li nava bexçe, li erdê di nava xwînê de ye û koma çekdar jî ber bi Fermandariya Alay a Cendirme ve dibezin. Piştî kuştina Muhyettîn Taştekîn bi 2 rojan TRT, di nûçeya xwe de dibêje bûyer ji aliyê PKK’ê ve pêk hatiye.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştînê bi dawî bû.