DAKB: Bêdengî hevkariya sûcê li dijî mirovahiyê ye
DAKB'ê bi boneya salvegera Fermana 74'emîn a li dijî Êzidiyan ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk hat, daxuyanî da û got “Çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî jinên Êzîdî kir hedef. Bêdengiya dewletan hevkariya vî sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) di salvegera Fermana 74'emîn deku civaka Êzidî di 3'yê Tebaxa 2014'an de rastî hatî, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de qirkirina sîstematîk a ku DAIŞ'ê li dijî civaka Êzidî pêk aniye hate bi bîr xistin û diyar kir ku bi hezaran Êzidî hatine qetilkirin, jin hatine kolekirin û zarok jî bûne amûra şer.
‘Êzidiyan berxwedanek destanî nîşan dane’
Berdewamiya daxuyaniya DAKB'ê de ev tişt hate gotin: “Êzidî, ku bi hezaran salan bi rûmet baweriya xwe ya jiyanê û tevî hemû cureyên zilm û zordariyê serî netewandine, ne tenê civak an baweriyek in; ew sembola rûmet û berxwedana mirovahiyê ne. Êzidiyan li hemberî êrîşên hov tu carî tawîz nedane nasname û baweriyên xwe û bi her fermanekê re ji nû ve vejiyane û berxwedanek destanî nîşan dane.
‘DAIŞ'ê jin kirin hedef’
Çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî jinên Êzîdî kir hedef. Ji ber ku ji bo Êzîdiyan, jin hilgirên jiyanê, bîranîn, rehên wan û çanda wan in. Bi êrîşa li ser jinan, wan xwest ku hemû nirxên Êzîdiyan ji holê rakin. Her wiha bêdengiya dewletan hevkariya vî sûcê li dijî mirovahiyê nîşan dide.
Li gel hemû zext û zoriyan ne elewiyan dest ji Hak berdan û ne jî Êzidyan dest ji Laleşê berda."