Li Rojhilatê Kurdistanê 12 jin hatin qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê di meha Tîrmehê de 6 jin hatin qetilkirin û 6 jî bi rengên guman jiyana xwe ji dest dane. Jin herî zêde ji aliyê kesên herî nêzî ve hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a HANA’yê, der barê qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, di meha Tîrmehê de li Rojhilatê Kurdistanê 6 jin hatine qetilkirin û 6 jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Hate ragihandin ku jinên hatine qetilkirin ji aliyê xizmên xwe yên weke bira, bav, hevjîn û kesûkarên nêzîk ve hatine qetilkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye 4 mehên ewil ên îsal 45 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine qetilkirin.