Xizmên Windayan aqubeta Hakî Kaya pirsîn

Şaxa ÎHD’ê û Xizmên Windayan, di hefteya 875’an de hatin ba hev û aqûbeta Hakî Kaya yê ku di 1996’an de hat binçakirin û windakirin pirsîn.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 875’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşûyolûya Amedê berdewam kirin. Nûnerên ÎHD’ê û Xizmên Windayan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de beşdaran wêneyên windayan hildan û aqûbeta Hakî Kaya ku di 18’ê Mijdara 1996’an de li Amedê hat binçavkirin û êdî xeber jê nehat girtin pirsîn.

Endamê Komîsyona Windayan a  ÎHD’ê Firat Akdenîz di çalakiyê de axivî û got: “Em bi salan e li van qadan bang dikin. Em dibêjin bila winda bên dîtin. Dayîkên me gelek caran ev bang kirine û têkoşîna xwe meşandine. Êşa malbatên xizmên windayan gelek giran e. Em dixwazin hestiyên windayên xwe bîbinin. Heta windahiyên me bên dîtin em ê li vir bin.”

Serpêhatiya Hakî Kaya

Endamê ÎHD’ê Yahya Polat jî di çalakiyê de serpêhatiya Hakî Kaya xwend û got: “Hakî Kaya di sala 1949’an de li gundê Saydamliyê yê navçeya Licêya Amedê ji dayîk bûye. Hakî li navenda bajarê Amedê bi malbata xwe re dijiya. Sê roj beriya ku bi wesayîdeke Torosa spî were binçavkirin, Hakî Kaya dema ku ji nimêja înê ya li nêzî Mizgefta Hz. Suleyman a li navçeya Sûra Amedê derdiket, sê polîsên bi cilên sivîl ew rawestandin û gotin, ‘Tu dê bi me re werî qereqola polîsan.’ Hakî Kaya ev yek red kir û got, ‘Karên min hene. Em ê paşê werin qereqolê.’ Sê roj piştî vê bûyerê, di 18’ê Mijdara 1996’an de, Hakî Kaya bi Ahmet Yaşar û hevalekî wî yê bi navê Metîn ku paşnavê wî nehatiye zanîn, hatin girtin”

‘Rastî heqaretên giran hat’

Yahya Polat da zanîn ku dema ew ber bi Tek Kapiyê ve dimeşiyan, nêzî Lîseya Ziya Gokalp, wesayîdek bi plakaya “06 EKN 22” a Torosê spî, li kêleka wan sekiniye û got: “Sê zilamên çekdar ku tê îdiakirin polîs bûne, ji wesayîdê daketin Hakî Kaya û hevalên wî rawestandin û dest bi lêgerîna wan kirin. Piştre sê zilamên çekdar ji wan çend pirs pirsîn, dûre Hakî Kaya û hevalên wî bi zorê xistin wesayîdê û reviyan. Dema ku ew ber bi Lîseya Pîşeyî ya Pîşesaziyê ve çûn, Ahmet Yaşar û Metîn, li ba Hakî Kaya ji wesayîdê hatin derxistin. Ahmet Yaşar ku her wiha daxwaza berdana hevalê xwe kir ji aliyê sê zilamên çekdar ve rastî heqaretên giran hat. Hakî Kaya ku li derdora Lîseya Ziya Gokalpê wî bi Torosa spî birin, careke din tu kes agahî jê negirt. Tevî hemû serlêdanên malbatê der barê Hakî Kaya de heta niha tu agahiyek nehatiye girtin.”

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.