‘Xirabkirina gorên şehîdan, hewldana jêbirina şopên binketina DAIŞ’ê ye’
Li herêmên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, binpêkirinên giran ên xirabkirina goran û texrîbkirina goristanan tên jiyîn. Ev pêkanînên li dijî ol, mirovahî û nirxên neteweyî ne, rastî bertekek berfireh a civakê hatin.
Esma Muhemed
Qamişlo – Li herêmên ku di bin kontrola komên çete yên cîhadîst ên girêdayî Heyet Tahrir el-Şamê de goristanên cangoriyên azadiyê hatin xirabkirin. Ev êrîş wek yek ji binpêkirinên herî xeter ên ku mirovahî, ehlaqê û nirxên netewî, civakî û olî dike hedef, tê nirxandin.
Rêvebera Komîteya Civakî ya Kongra Star Cewahir Osman têkildarî êrîşên li hember goran û sedemên wê ji ajansa me re axivî. Cewahir Osman texrîbkirina goran a ji aliyê komên çete ve wiha şîrove kir: “Xirabkirina goristanan, derxistina cenazeyên şehîdan ji tabûtan û veguhestina goristanên din, binpêkirinek eşkere ya mafên şehîdan û malbatên wan e. Ev rewş, bêrêziya li hember miriyan û êrîşa li dijî pîroziya goristanan e. Van şehîdan, ev xak parastine û bi piranî jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de nemir bûne. Dinya bûye şahidê vê yekê. Êrîşên li dijî goristanan, êrîşek li dijî nirxên wan ku bi fedekarî û xwîna xwe parastin e. Di heman demê de hewldana berovajîkirina têkoşîna li dijî terorê ye.”
‘Ev kiryar heqaretek li hember hemû civakê ye’
Cewahir Osman da zanîn ku xirabkirina goran, ji aliyê hemû ol û mezheban ve hatiye şermezarkirin û wiha pê de çû: “Ev kiryar, binpêkirina rêgezên olî, bêrêziya li beramberî miriyan û heqaretek li hember hemû civakê ye. Wîjdana ti mirovek jî dîmenên van binpêkirinan qebûl nake.”
‘Êrîşî pîroziyan dikin’
Cewahir Osman pêkanînên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de bi bîr xist û wiha got: “DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê goristan û mekanên olî texrîb kiribûn. Heman sûc îro bi navên cûda û rêbazên nû, lê bi heman zîhinyata nehatiye guhertin dîsa tê kirin. Ev kom hewl didin her şopa ku windakirina wan nîşan dide, jê bibin. Êrîşî pîroziyan dikin.”
Cewahir Osman anî ziman ku hikûmeta demkî, yek ji pergalên ku herî zêde di sûcên giran û yên li dijî gelê Iraq û Sûriyeyê kirin de, navên wan derbas dibe ye û wiha domand: “Li her herêma ku ev rêveberî heye, binpêkirinên sîstematîk ên wek cînayet, revandin, îşkencekirina cenazeyan û birîna porên şervanên jin hatine jiyîn. Ev binpêkirin ji nêzîkatiyên îdeolojîk ên van koman ne cûda ye.”
‘Rêbaz nehatiye guhertin, tenê bi awayên cûda didomînin’
Cewahir Osman da zanîn ku jinên Kongra Star, malbatên şehîdan û dayîkên ku zarokên xwe ji bo vê xakê feda kirine vê ‘pergala dewletî û terora ku ji aliyê dewletên kapîtalîst ve tê hilberandin’ red dikin û got: “Êrîşên li dijî gorên şehîdan, xeta meya sor e. Ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Ji bo darizandina berpirsên van sûcan û pêkanîna edaletê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Heman zîhniyeta DAIŞ’ê ye’
Cewahir Osman destnîşan kir ku bêdengiya saziyên ku îdîa dikin ku mafê mirovan diparêzin, hêzên garantor, li beramberî van binpêkirinên hatin belgekirin û di medyaya dijîtal de belav bûyî, rê li ber binpêkirinên nû vedike û wiha domand: “Ev yek êşa malbatên şehîdan zêde dike. Bi taybetî heta niha aqûbeta hinek esîr û cenazeyên şervanan nayên zanîn. Ev pêkanîn nîşan dide ku nêzîkatiya terorê nehatiye guhertin, tenê bi awayên cûda ji nû ve hatiye hilberandin. Îşkenceyê li dijî cenazeyan, texrîba goran, talankirina malên sivîlan û çalakiyên wek kuştina esîran, heman zîhniyeta DAIŞ’ê ye.”
Cewahir Osman bang li civaka navneteweyî kir ku sekna xwe ya li dijî van pergalan di ber çav re derbas bikin, van pêkanînan eşkere bikin û li gel gelê ku ji bo Sûriyeyek demokratîk û ne navendî ku rûmeta mirovî hem di jiyanê de hem jî piştî mirinê diparêze têdikoşin, cih bigrin.