Ji bo mafê hêviyê êdî tu hincet nîn e!
Nepêkanîna "mafê hêviyê" ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirsgirêka baweriyê ya der barê pêvajoya aştî û çareseriyê de kûrtir dike. Hiqûqnas, balê dikşînin ku naskirina maf hem neçarî hem jî hiqûqî ye.
Sarya Denîz
Stenbol – 12 sal in pêkneanîna biryara “mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daye, bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re çareseriya pirsgirêka Kurd û bêguman bi daxuyaniyên Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî re ketiye rojevê.
Her çendî nediyar e ku dê ev maf di rapora ji hêla komîsyona li parlamentoyê hatiye damezrandin de were amadekirin de çawa bê destgirtin didome jî mafekî bingehîn ê mirovan ku dibêje "mafê hêviyê", cezayên girtîgehê yê girankirî divê mutleq û bêveger nebe, nîn e. Ev yek ji aliyê dadweriya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve ketiye bin temînatê. Bi salan e pêkneanîna biryara ku der barê Abdullah Ocalan de hatiye dayîn jî ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, di heman demê de di qeyrana baweriyê ya der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiyê de jî mîna yek ji sernavên girîng tê nîqaşkirin. Hiqûqnas, balê dikşînin ku naskirina mafê heviyê hem neçariyek e hiqûqî ye hem jî ji bo aştiya civakî xaleke girîng e. Em bi endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Sîda Yildiz re li ser “mafê hêviyê” axivîn.
'Biryara DMME’yê teqez û girêdayî ye'
Sîda Yildiz, diyar kir ku di van rojên beriya salvegera komploya 15’ê Sibatê de nîqaşkirina "mafê hêviyê" watedar e û destnîşan kir ku mîna komele beşdarî civîna komîsyona ku li meclîsê hatiye damezrandin bûne û nêrînên xwe bi awayekî berfireh ji komîsyonê re ragihandine. Sîda Yildiz, wiha got: "Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînê de jî bi vî awayî bû. Tirkiyeyê heta niha ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê gavek rast neavêt.” Sîda Yildiz, diyar kir ku ev biryar ji bo Tirkiyeyê teqez û girêdayî ye û diyar kir ku ev maf di rastiyê de di qanûnên Tirkiyeyê de nehatiye pênasekirin lê hêviya rojekê ji girtîhehê derbikeve, hebûna mafê ji nû ve bi civakê re li hev bicive û dikare di bin qanûna navneteweyî de were bicîhanîn. Sîda Yildiz, wiha domand:
"Rejîma hepsa ya girankirî ya heta dawiya jiyana xwe, bi temamî li dijî rûmeta mirovan e û tê wateya binpêkirina qedexeya îşkenceyê. Ev rewş, qet bi mînakên çareserkirina nakokiyan cîhanê re jî lihev nayê. Niha di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de, zêdetirê 4 hezar girtiyên ku divê ji ‘Mafê hêviyê' sûdê bigrin hene. Tevî pêvajoya aştiyê jî, birêz Ocalan hê ji civake dûr û di bin şert û mercên tecrîdê de li girtîgehê tê girtin. Lê belê di rastiyê de azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan ê sermuzakerevanê pêvajoya aştiyê, şert e.”
'Tirkiye neçar e li gorî biryaran tevbigere'
Sîda Yildiz, destnîşan kir ku di aliyê civakê de jî li ser navê pêkanîna vî mafê bendewariyek heye û got: "Ji bo berdewamiya vê pêvajoyê û misogerkirina aştiya gelên cîhanê divê ev maf bê bicîhanîn. Pêvajoya heyî, hebûna vê zemîna qanûnî jî ferz dike.” Sîda Yildiz, bal kişand ser gotinên siyasetmedaran ên ‘hiqûq çi dibêje ew e’ û wiha axivî:
"Li Tirkiyeyê rakirina cezayê mirinê bû mijara gotinê û piştre jî pêşketina pergalek li ser bingeha cezayê muebetê yê girankirî ku bi tevahî li dijî rûmeta mirovan û mafên mirovan e, bû mijara gotinê. 'Mafê hêviyê' di wateyek de rewşek e ku di çarçoveya mafên mirovan ên navneteweyî de bi pêş ketiye ku mirov di tevahiya jiyana xwe de nikare bêhêvî bij3ı. Dema ku em li îçtihatên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û pîvanên Neteweyên Yekbûyî dinêrin jî bêguman derbasdariya hiqûqî heye. Tirkiye jî neçar e li gorî vê girêdanê tevbigere."
‘Divê qanûn û îçtihat bên pêkanîn’
Sîda Yildiz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pergalek înfazê ku girtiyên siyasî bi tevahî terkî mirinê dike hatiye pêşxistin û diyar kir ku di hinek dosyayan de ceza ji hêla qanûnî ve 'nayê kêmkirin.' Sîda Yildiz, biryara DMME’yê ya der barê Abdullah Ocalan de ya binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: "Gotina qanûn çi hewce dike em ê bikin nebes e. Divê qanûn û îçtihat bên pêkanîn. Ocalan di du biryarên Tirkiyeyê de jî vê nîqaşê eşkere kir.”
'Çima gavekî nayê avêtin?'
Sîda Yildiz, bal kişand ser daxuyaniyên Devlet Bahçelî jî û wiha got:
"Ev gotin di warê hêviya aştiyê de bihêvî ne. Gelo tevî ku hûn şirîkê hikûmetê ne jî çima hûn mîna MHP gavên berbiçav navêjin? Gelo çima hikûmet hê gavên berbiçav navêje? Gelo hûn behsa mafê hêviyê dikin lê çima der barê mafê hêviyê de gavek jî nayê avêtin? Gelo çima der barê birêz Abdullah Ocalan de pir dereng ma. Dibêjin bila Demîrtaş vegere lê çima biryarên DMME’yê nayên bicihanîn? Ev rastiyên li pêşberî me ne û gel jî vê yekê dipirse meraq dikin. Em her dem li qadê ne û di nava gel de ne. Gel bi rastî jî vê yekê pir meraq dike. Me dît ku bi saya birêz Abdullah Ocalan, li Rojavayê Kurdistanê peymanek entegrasyonê bi awayekî erênî hat pêkanîn û dest bi pêkanînê kir. Pêvajo dimeşe. Pêvajoyê bi awayekî pir mezin girîngiya birêz Abdullah Ocalan a tevî di şert û mercên dijwar ên tecrîdê de jî di pêşîgirtina li hilweşîna şer de, nîşan da.”
Sîda Yildiz, da zanîn ku kesayetên navneteweyî destnîşan dikin ku divê pêvajo êdî li ser zemînek ku Abdullah Ocalan azad e bimeşe û diyar kir ku hemû cîhan der barê pêkanîna mafê hêviyê de nêrîna xwe diyar dikin û divê dem hikûmet hem jî muxalefet di ferqa vê yekê de bin.
'Êdî hincet nema’
Sîla Yildiz, careke din tekez kir ku di pêvajoyê de aktorê sereke Abdullah Ocalan e û got: "Çareseriya pirsgirêkê ya li ser bingehek hiqûqî, bi pêkanîna biryarên DMME’yê ve girêdayî ye. Em bi îsrar vê yekê tekez dikin û em ê her dem tekez jî bikin. Di vê wateyê de li pêşiya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan tu astengiyek hiqûqî nîn e. Yekane pirsgirêk pêkneanîn e. Divê rewş bê zelalkirin, heta pir dereng jî bû. Ev yek di aliyê perspektîfeke siyasî û hiqûqî de jî ferz e. Êdî di aliyê partiyên muxalefete de jî tu hincet nemaye.”
SÎda Yildiz, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Me gelek caran tekez kir ku hem ji bo rewatiya pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê hem jî ji bo pêkanîna aştiya li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan girîng e. Em ê tekezkirina vê yekê û axaftinên xwe di vê mijarê de bidomînin.”