Şoreşa Jinan: Di rastiyê de azadî
Jinan mafê xwe yê parastina xwe ne tenê wekî berpirsyariyek takekesî, di heman demê de wek berpirsyariyek civakî jî qebûl kirin. Vê nêzîkatiyê jinan ji hebûnên ku hewceyî parastinê ne, veguherand parêzvanên çalak ên jiyana xwe.
Banyan Magosa
Navenda Nuçeyan – Şoreş pir caran tenê wek guhertina desthilatdariyê tê dîtin. Lê belê, dîrok nîşanî me dide ku ger jiyan bi guhertina desthilatdariyê neguhere, wê hingê şoreş tenê di bin navekî din de cureyek serdestiyê ye. Ji ber vê yekê, şoreşa jinan ji pênaseyên kevneşopî yên şoreşê derbas dibe, ji ber ku armanca wê ne desthilatdarî ye, jiyan bi xwe ye.
Rizgariya jinan tenê bi veguherînek civakî ya şoreşgerî dikare bê mîsogerkirin
Şoreşa jinan hewl dide ku di warên aborî, siyaset, hilberîna zanînê, malbat û zayendiyê de - qadên ku jin di seranserê dîrokê de bi awayekî sîstematîk jê hatine dûrxistin - veguherînên radîkal pêk bîne. Di vê wateyê de, rizgariya jinan ne xeyalek îdeolojîk e, pêvajoyek rastîn a rizgariyê ye. Piraniya destkeftiyên ku îro bi navê rizgariya jinan hatine bidestxistin bi reformên avahîsaziyê ve sînordar in: wekî pergalên kota, dabînkirina wekheviya qanûnî û hin mafên temsîlkirinê. Lê belê, ev destkeftiyek nazik e heya ku di nav pergalek serdestiya mêran de asê bimîne. Bi rastî, mafên jinan pir caran di demên şer, krîz an zordariyê de yekem in ku têne binpêkirin. Ev rastî nîşan dide ku rizgariya jinan tenê bi veguherînek civakî ya şoreşgerî dikare were mîsogerkirin, ne bi reforman.
Destkeftiyên girîng ên jinan ji ku derê derketin? Ji bo fêmkirina van destkeftiyan, divê em li ezmûnên pratîkî binhêrin, ne li teoriyên abstrakt (tiştên ne li ber çav). Ezmûna tevgera rizgariya jinên Kurd di vî warî de mînakek zelal e.
Di siyasetê de îradeya jinan
Bi rêya avahiyên wekî pergala hevserokatiyê ku ne bi kotayên taybetî ji bo jinan an temsîliyeta sembolîk ve sînorkirî ye, jin bûn aktorên rasterast di mekanîzmayên biryardanê de. Bi saya vê pergalê, siyaset ji monopola mêran veguherî qadeke kolektîf û civakî. Beşdarbûna jinan ne bi temsîliyetê ve sînorkirî bû; her wiha heta pozîsyonên îdarî û serokatiyê jî dirêj bû.
Aboriya jinan û Kooperatîf
Berevajî avahiya aborî ya kapîtalîst a reqabetkar û îstismarkar, kooperatîfên ku di bin serokatiya jinan de derketin holê, li ser beşdarbûn, hevgirtin û hilberîna kolektîf ava dibin. Van avahiyan qadeke aborî ya alternatîf peyda kirin ku jinan ji xebata malê ya bêpere û bêaramiya bazara kar rizgar kir. Ji bo cara yekem, jin li gorî îradeya xwe karîbûn biryarên xwe yên aborî bidin.
Xweparastin
Têgeha xweparastinê yek ji destkeftiyên herî berbiçav ên şoreşa jinan e. Jinan mafê xwe yê parastina xwe ne tenê wekî berpirsyariyek takekesî, di heman demê de wek berpirsyariyek civakî jî qebûl kirin. Vê nêzîkatiyê jinan ji hebûnên ku hewceyê parastinê ne, veguherand parêzvanên çalak ên jiyana xwe.
Di têkiliyên malbat û civakî de veguherîn
Malbat wekî saziya herî kevn a bindestiya jinan dihat dîtin. Li şûna ku were pîrozkirin, xwezaya wê ya demokratîk hate hedefgirtin. Zewaca bi zorê, pirjinî û kevneşopiyên ku laşên jinan sînordar dikirin, hatin redkirin. Şêwazên jiyanê yên nû yên li ser bingeha wekhevî û azadiyê di têkiliyên di navbera mêr û jinan de hatin pêşxistin. Armanca vê veguherînê azadkirina hem jin û hem jî mêran bû, ku ew kir projeyek bingehîn ji bo tevgerên jinan a di nav şoreşa jinan de.
Destkeftiyên zanîn û perwerdê
Bi pêşketina lêkolînên jinan re, jin bûne beşdarên çalak ên zanînê, ne tenê mijarên wê. Hewldan dest pê kirine ku dîroka jinan bi rêya akademiyan, navendên lêkolînê û çalakiyên perwerdehiyê ji nû ve bi awayekî civakî ji nû ve were nivîsandin.
Lêkolînên Jinan: Bingeha zanistî ya şoreşa jinan
Lêkolînên jinan qadeke zanînê ye ku ne tenê şoreşa jinan diparêze, di heman demê de bingehek zanistî jî dide wê. Ew rastiyên ku ji hêla zanistên civakî yên pozîtîvîst ên ku ji hêla mêran ve serdest in ve hatine paşguhkirin eşkere dike. Bi analîzkirina rola dîrokî ya jinan, cihê wan di civakê de û mekanîzmayên bindestiya wan, lêkolînên jinan îmkanên jiyanek azad eşkere dikin. Di vê wateyê de, lêkolînên jinan ne cîgirê tevgera jihah in, lê belê çavkaniyek e ku bingehek gerdûnî ji bo azadiyê xwedî dike, kûr dike û ava dike. Ew xwedî potansiyel e ku ezmûnên cihêreng ên jinan ji Afrîkayê bigre heya Amerîkaya Latîn û ji Rojhilata Navîn bigire heya Asyayê, di nav perspektîfek hevpar a azadiyê de bîne cem hev.
Şoreşa jinan ne utopîyek e ku ji bo pêşerojê hatiye paşxistin, veguherînek civakî ya berbiçav e ku niha li Rojava diqewime. Destkeftiyên wê bi qanûnan ve sînordar nînin, di jiyanê bi xwe de jî xuya dibin. Şoreşa jinan ferdan azad dike û di heman demê de civakê diguherîne. Bi guhertina civakê, mirovahiyê ji nû ve ava dike. Ji ber vê sedemê, şoreşa jinan ne tenê "pirsgirêka jinan" e, her wiha meseleya rizgariya mirovahiyê ye jî.
*Endama Akademiya Jineolojiyê