Xezayê bi dehan kes hatin qetilkirin
Êrîşên hewayî yên Îsraîlê, tenê di nava rojekî de li herêmên cuda bû sedema kuştina bi dehan mirovên sivîl. Balkêş e ku di dema vekirina deriyê sînor ê Refahê yê bi Misrê re êrîş çêbû.
Navenda Nûçeyan- Bi bomberana Îsraîlê re rewşa mirovî ya li Xezayê ber bi felaketek mezintir ve diçe. Heta niha bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Ev pêşketin, bi binpêkirinên domdar ên peymanên agirbestê û kûrbûna qeyrana mirovî re, hewldanên ji bo aştî û aramiyê asteng dikin.
Di 31’ê Çileya 2026’an de Îsraîlê êrîşeke berfireh a hewayî li ser Xezayê da destpêkirin û zarok û jin jî di nav de 34 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Bi êrîşan mal û kampên sivîlan hatin hedefgirtin; hewldanên rizgarkirinê yên ji bin kavilan jî bi rêbazên hêsan hatin kirin.
Parastina Sivîl a Xezayê, îro ragihand ku 28 kes ji bin kavilan hatine derxistin û di nav wan de zarok, jin û kal û pîr jî hene û gelek kes jî winda ne. Bi êrîşên ku malên sivîlan û konên penaberan hatin hedefgirtin agirbest tê binpêkirin. Hejmara kesên piştî agirbestê hatine qetilkirin 500’î derbas kir.
Cenazeyên gelek kesan di bin kavilan de ne
Rayedarên tenduristiyê ya li Xezayê ragihandin ku ji ber windahiyên di bin kavilan de û êrîşên berdewam, hejmara miriyan dibe ku zêdetir bibe. Her wiha îro deriyê Refahê yê li ser sînorê Misrê bi amadebûna nûnerên Yekîtiya Ewropayê hat vekirin; lê belê protokola xebatê hê nehatiye radestkirin û danûstandin di navbera Îsraîlê û navbeynkaran de li ser proseduran berdewam dikin.
Deriyê Refahê ku yekane girêdana bejahî ya Xezayê ye, îro ji bo birîndaran bi awayekî demek sînordar hat vekirin. Derî ji Gulana 2024’an vir ve bi piranî girtî ye û di bin kontrola Îsraîlê de dimîne. Şerê ku di 7ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir, bûye sedema mirina zêdetirê 71 hezar û 769 Filistîniyan û koçberbiya zêde.