Ji Abya Yala heta Hannoverê peyama ‘Rojava hêvî ye’
Di çarçoveya kampanyayên navnetewî yên piştgiriyê yên bi navê ‘RiseUp 4 Rojava’ û ‘Women Defend Rojava’ de ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, li gelek deverên Abya Yalayê çalakiyên piştgiriyê didomin.
Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya kampanyaya ‘RiseUp 4 Rojava’ de, di navbera 25’ê Çile-1’ê Sibatê de li gelek deverên Abya Yalayê rêxistinbûn û çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama “Rojava hêvî ye” derket pêş û di mela Hannoverê de jî berxwedana Rojava hate silav kirin.
Di çarçoveya kampanyaya ‘RiseUp 4 Rojava’ de, di navbera 25’ê Çile-1’ê Sibatê de ji Meksîkayê bigire heta Kolombiyayê, ji Brezîlyayê bigire heta Şîlîyê gelek deveran çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.
Li Brezilyayê çalakî: Parastina Rojava pêwîstek jiyanî ye
Di çarçoveya bangewaziya çalakiyê ya ji bo Rojava de, li São Paulo’yê di 30’ê Çileyê de gelek rêxistin ji bo piştgiriyê li hev civiyan. Endamên Kolektîfa Xwebûn, NUPIEC (Navenda Lêkolînên Pirsgirêka Kurd), Tevgera Sosyalîst û gelek komên ciwanan, civînek li dar xistin da ku rewşa Rojavayê nîqaş bikin.
Di vê çalakiyê de endamên Kolektîfa Xwebûn dîroka berxwedana gelê Kurd vegotin; bi taybetî têkoşîna azadkirina Kobanê ya di sala 2014’an de û rola jinên YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de hatin ziman. Û bandora êrîşên nû hatin nîqaşkirin; rejîma demkî ya Sûriyê, Tirkiye û komên çeteyên HTŞ’ê ji ber sûcên şer ên li dijî gelê Rojava hatin şermezarkirin.
Di dawiya kombûnê de beşdaran peyamek piştgiriyê ji gelê Kurd re şandin û gotin ku ew li gel têkoşîna gelê Kurd in û parastina Rojava pêwîst e. Di peyamê de ev gotin derketin pêş: “Ji Abya Yalayê bigire heta Rojava’yê deng bidin, parastina jiyanê ji bo me pir girîng e!”
Di 31’ê Çileyê de ji jinan banga hevgirtinê
Di çarçoveya kampanyaya ‘Women Defend Rojava’ de, di roja 31’ê Çileyê -di Roja Çalakiya Cîhanî ya Parastina Jinan de- kolektîfa jin a bi navê Juntas a girêdayî Tevgera Çep a Sosyalîst a Brezîlyayê (MES), bi rêya medyaya dîjîtal tevlî kampanyaya piştgiriyê bû û piştgirî da têkoşîna jinên Kurd.
Kolektîfa Juntas di dîmenê ku parvekirî de bang li jinên Brezîlyayê kir ku Rojava biparêzin û ev peyam parve kir: “Di 31ê Çile’yê de, em li gel jinên şoreşger ên Kurd in. Ew ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê hêviyek in.”
Li Honnoverê meş: Bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ berxwerdan hate silav kirin
Kurdistaniyên li bajarê Hannover ê Elmanyayê û dostên wan, li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê yên li ser Rojava careke din li hev kom bûn. Di meşê de ku ji Opernplatzê destpê kir, bi pankartan şervan û gelê Rojava hate silavkirin. Her wiha flamayên YPG û YPJ'ê û alên Kurdistanê hatin hildan.
Meşê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê destpê kir. Di çalakiyê de tim û tim dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn.
Kurdistanî li gel dostên xwe bi qasî 6 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Yek e Yek e Yek e Gelê Kurd Yek e” “Bijî Yekitiya Gelê Kurd” û “Bakur Başûr Roja Rojhilat Kurdistan yek welat” hatin qîrîn û berxwedana li Rojava hate silavkirin.