Şengal ji bo Rojava meşiya
Li Şengalê ji bo piştgiriya Rojava meşek girseyî hat li darxistin.
Şengal- Îro li her deverê Kurdistanê bi bangawaziya KNK gel ji bo piştgiriya Rojava daket qadan. Yek ji van qadan jî Şengal bû. Bi tevlîbûna hemû partî û rêxistinên Şengalê li navenda Şengalê meşek girseyî hat lidarxistin. Meş ji gel medreseya sor destpêkir heya çerxerêya yêrmûk berdewam kir. Di meşê de diruşmeyên bijî berxwedana Rojava, Şengal û Rojava yek e hatin gotin. Piştre jî Li çerxerêya yêrmûk daxûyanî hat dayîn. Daxuyanî yê bi yek deqe rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Li ser navê Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hesen axivî.
Daxuyanî bi vê rengiye;
‘Em wek civaka Êzidî îro ji bo piştgiriya xwe ya ji bo gelê me yê Rojava li vir kombûne. Êrîşek pir mezin li ser Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Yê ku herî nêz de êşa Rojava dît û hîs kir civaka me ya Êzidî ye. Êrîşên ku li ser Rojava hatin kirin ji aliyê heman hêz, hişmendî û mirovan ve hat kirin ku di sala 2014’ de ferman li ser Şingalê de rakirin. Ew hêz bi heman hişmendiya xwe ya hovane li ser Rojava jî êrîşên qirkirinê didin meşandin. Êrîşên ku li ser serê jinên Êzidî de anîn heman êrîşa li Rojava jî pêktînin. Em dizanin ev êrîş hemû bi zanebûnin. Ji ber ku li van her du cîh a jî vîna azad ya ku bi felsefeya Rêber Apo hatî avakirin heye. Êrîşên ku li ser Rojava têne kirin ne tenê bi destê hêzên Colanî hatin kirin bi destê hemû hêzên komploger ên navnetewî hatin kirin. Lê rûxmê hemû êrîşan jî hemû tundiya jî ti êrîş me dît ku nikare gelê me yê Rojava bide sekinandin. Me dît ku bi gel re Rojava bi ser ket, şerê gelê şoreşgerî biser ket. Em dibêjin ti hêz nikarin berxwedaniya Rojava ne jî Şengalê bide rawestandin. Wek civaka êzidî û jinên êzidî em dibêjin li dijî van plan û komploya em ê heya dawî bi rojava re bin. Û em ê tekoşîna xwe ya azadiyê bidin meşandin. Em soz didin heya dawiyê em ê bi Rojava re bin û em ê berxwedaniya xwe xurt bikin. Û em li gel gelê xwe yê rojava ne û em li pey doza şehîda ne. Bijî berxwedana Rojava, Şehîd Namirin, Jin jiyan azadî.’
Diruşmeyên Bijî berxwedana Rojava, Şengal û Rojava yek e bi dawî bû.