Li Îranê di nava şer û zextan de rê û stratejiyên berxwedanê
Ji bo aloziyên leşkerî yên di navbera Îsraîl DYE’yê de didomin û zextên navxweyî, pirsa esasî ev e: Riyên rasteqîn û exlaqî yên berxwedana gelê Îranê çi ne û çerxa protesto û zextê çawa dikare were şikandin?
KEZÎ KURDISTANÎ
Navenda Nûçeyan– Aloziya ku Îran bi DYE û Îsraîlê re dijî; di warê bîrdozî, jeopolîtîk û ewlehiyê de xwe dispêre hinek pêşketinan. Şoreşa 1979’an a ku pergala nêzî welatên Rojava û herêmê bû hilweşand; dema ku qadên bandore ji bo Komara Îslamê ya Îranê ava dikir, ji aktorên derveyî dewletê, desteka ku dida Hîzbullah, Hûsî û komên paramîlîter Tehranê kir dijminê Îsraîlê. Van polîtîkayên bîrdozî û êrîşkar ên li dijî Îsraîlê bingeha van aloziyan in. Li aliyê din, mudaxeyelên ji her du alipyan ve, operasyonên veşartî û sûîqesdên herêmî dema ku bi ferzkirinên ku Washingtonê pêk anîn, zextên siyasî zêde bûn, dorpêça pevçûnan her çû tengtir bû. Di salên dawî de şerên reqabet û wekaletê û ji têkoşîna sergirtî, rasterast ber bi pevçûnên leşkerî ve çûn, êrîşên hewayî operasyonên sîber û bi pevçûnên bi fuzeyan re şer geştir û şênbertir bû.
Gefên nû yên leşkerî
Bi êrîşên berfireh ên bi fuzeyan û balafirên bêmirov re, şerê 12 rojan bû sedema mirina gelek kesan. Bi vî şerî diyar bû ku sînorên qadên pevçûnan guherîne. Di vê pêvajoya ku Îranê fuzeyên mezîldirêj û balafirên bêmirov bi kar anîn de, Îsraîlê û hevkarên wê yên Rojava, xwe spartin pergalên parastina hewayî, peyama siyasî ya pêvajoyê jî ew bû ku êdî qada aloziyê bi qadên cîran re bi sînor nîn e. Gefên leşkerî yên piştê vê yekê derketin holê û tevgera ku çêbû, transferkirina hêzên deryayê û hewayî ji bo herêmê, nîşan dan ku îhtîmala berfirehbûna şer zêde ye.
Pirsa esasî ev e: Ger hêzeke biyanî, li dijî DYE yan jî Îsraîl li dijî saziyên nukleer ên Îranê êrîşek bikin lê hêza bejahî polîs, Muhafizên Şoreşê, Basij û hêzên herêmê li cihê xwe bimînin dê gel bi rastî jî sûdê ji vê yekê bibîne? Di vê xalê de divê mirov van her du astan ji hev veqetîne: Bandorên leşkerî û pratîk û bandorên sosyo-polîtîk.
Hedefên teknîk tenê dibin sedema aloziyên demkî
Êrîşên hewayî, leşkerî dibe ku binesaziya parastin û senayiyê texrîb bikin û ji bo projeyên diyarkirî yên rejîmê, mînak kapasîteya fuze yan jî saziyên hesas, hinek bereyên meşrû kêm bike lê tecrubeyên dawî, nîşan didin ku Îran xwedî kapasîteya xwe komkirinê ye, dikare hilberînê bidomîne û din ava pergaleke perçebûyî de bi balafirên bêmirov behreyên xwe yên di warê fuzeyê de bidomîne. Ji vê zêdetir êrîşên hewayî yên ku bêyê mekanîzmayên kontrolê yên li bejahî bihejin, tên lidarxistin, gelek caran pêşî li hilweşîna pergalî venakin û tenê hevsengiyên hêzê bi awayê demkî qels dikin. Dema ku ji aliyê analîza leşkerî ve tê nêrîn, tê dîtin Ku êrîşên hewayî, tenê dema ku bi operasyonên îstîxbaratê, mudaxeleyên sîbe û zincîra otorîteyê, yanî bi qelskirina pergala elît, polîs, fermandaren herêmî re tên meşandin bi bandor dibin. Tenê bombekirina hedefên teknîkî zêdetir ji guherîneke bingehîn wêdetir dibin sedema aloziyên demkî.
Têgeha ‘sûda gel’ vekirî nîn e
Her çendî êrîşên biyanî bi ser bikevin jî; ji ber ku hêmanên zextê li qadê ne, şîdeta li dijî çalakgeran didome, girtina bi awayê komî ya mirovan bênavber berdewam dike û ev yek tê wateya valahiya siyasî ya ku hêzên sivîl ên herîmî nikarin bigrin. Bi vê yekê bêîstîqrariya herêmî ya di navbera encamên pratîk ên tabloyek de zêde dibin, zêdebûna kuştina mirovan û bi gotina rejîmê ya “dijminên biyanî” re meşrûtiyeta li ser bingeha ewlehiyê dikare bihêztir bibe. Ji ber vê yekê têgeha “sûda gel” bi şert e û wisa zelal nîn e. Dibe ku êrîşeke biyanî kapasîteya teknîk a rejîmê qels bike lê bi serê xwe nikare azadî û ewlehiya welatiyan bigre bin temînatê. Di çavkaniyên fermî û stratejik de, hişyarî tê kirin ku mudaxeleyek bi vî renî dê bi xwe re maliyeta zêde ya mirovî û aborî bîne û xetera bersiva herêmî zêdetir bike.
Li hemberî vê kapasîteya bersivdayîna Îranê, êrîşên bi fuze û balafiren bêmirov, hedefgirtina baregehên DYE’yê yên li herêmê, girtina Geliyê Hurmuzê yan jî êrîşa bi tankerên petrolê hene. Lê ev hemû jî tenê ku dikarin werin pêkanîn, xwedî sînorên zêde ne û maliyeta wan pir zêde ye. Girtina Geliyê Hurmuzê dê di asta cîhanî de pêşî li zirara aborî veke û bibe sedema bersiveke leşkerî ya mezin. Êrîşên li dijî Îsraîlê, ji aliyê pergalên parastinê yên pêşketî ve, dikarin werin astengkirin yan jî pêşî li mirina sivîlan vekin. Hedefên DYE’yê yên li herêmê jî bi tedbîrên parastinê yên pir zêde tên parastin. Ji ber vê yekê, çerxa bersivdayîn û êrîşan, tenê dê zirarê bidin berjewendiyên gel.
Kîjan mekanîzma dikare jiyana çalakgeran biparêze?
Di Çileya 2026’an û pêvajoyên bi vî rengî de, bi armanca çewisandinê, hêzên ewlehiyê, hêzên taybet kombînasyoneke hêzên hewayî bi kar anîbû. Zêdebûna cureyên amûrên zextê, nîşan didin ku hikumet li dijî çalakiyên berfireh dikare li qadê bi awayê çalak xebata xwe bidomîne. Pirsa exlaqî û stratejîk ev e: Gelê dê kîjan mekanîzmayên sivîl an jî leşkerî jiyana çalakgeran biparêze? Bersiv kurt û zelal e û jixwe diyar e ku parastina sivîlan pir kêm e.
Mirov û tevgerên sivîl, li dijî zexta zêde bi armanca parastinê, dikarin serî li taktîkan, stargehên ku nikarin werin şopandin, torên berfireh ên dîjîtal û fizîkî her wiha dikarin serî li rêbazên avakirina koalîsyonên berfireh bidin. Van rêbazan demek dirêj e bi qasî ku pêkan e tên pêkanîn. Tevî vê hejmara kesên ku di çalakiyên girseyî de hatin kuştin pir zêde bûye. Ev taktik rasterast nayên wateya berxwedana çekdarî li dijî şîdeta dewleta rêxistinbûyî sînordarkirin e.
Girêdana bi hêzeke biyanî ve hem vala ye hem jî bi xeter e
Sê tecrubeyên dîrokî yên li herêmê Iraq, Efganistan û Sûriye, di bin dirûşam ‘azadî ’ de bi mudaxleyên ji derve, ketin rewşek gelek xirab ev yek jî nîşan dide ku encamên civakî û siyasî yên tên xwestin bi vî rengî çênabin. Ji aliyê DYE û Îsraîlê ve, mudaxeleya rasterast a li dijî Îranê xwedî maliyetek jeopolîtîk û aborî ye û van welatan xwedî motivasyona zelal a ku piştgiriyê bidin gelê Îranê nîn in. Loma divê were zanîn ku mudaxele, ji azadiya gel zêdetir, berjewendiyên stratejîk esas digre. Ji ber vê yekê, girêdana tam a bi hêzeke biyanî ve hem vala ye hem jî nêzikahiyeke bi xeter e.
Ger ku armanc parastina jiyana mirovan û avakirina qada siyasî ya azad be divê çalakî, ne li gorî hêviyên razber ên mudaxeleyan, xwe bispêrin hesabên exlaqî û stratejiyên analîtîk. Êrîşeke biyanî, çawa ku dikare bingehên teknîk ên rejîmê qels bike, di tunebûna mekanîzmayên herîmî yên aktîf ku mirovan biparêzin de; îhtîmala êşên ku bi salan bidomin û tunebûna meşrûyetê zêde ne. Riya herî baş a stratejîk, berwedana sivîl a bi aqil, bihêzkirina torên civaka sivîl û yekbûna zexta navneteweyî ya xwedî aqil e. Ev peywireke zor û demdirêj e û pêdiviya wê bi exlaqê siyasî û zekayê heye.