Xeta germ a 119 û hewldanên parastina mafên jinan

Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jin û Malbatê, bi rêya xeta germ a 119 û yekîtiyên xwe yên din, piştgirî û alîkariyê pêşkêşî jinan dike ku pirsgirêkên wan bi rêyaşêwirdarî û mekanîzmayên yasayî û civakî bên çareserkirin.

HÊLÎN EHMED- ŞILÊR KOYE 
Silêmanî - Tundiya li dijî jinan, ne tenê pirsgirêkakesek an jî malbatek e, diyardeyeke civakî ye ku bandorên wê ji çarçoveya malbatê derbas dibe û hewceyî hewldan û hevkariyahemû aliyên civakê ye.
Di cîhana îroyîn de, têkoşîna li dijî tundiya nav malbatê û parastina mafên jin û zarokan, yek ji pêdiviyên bingehîn êncivakeke tendurist e. Li bajar û deverên cuda yên HerêmaKurdistanê, saziyên têkildar bi hevkariya lêkolîner û karmendêndilsoz hewl didin xizmetê pêşkêş bikin. Lê tevî van hewldanan jî bûyerên tundiyê hêj berdewam in.
Ev nûçe, behsa kar û çalakiyên Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jin û Malbatê ya li bajarê Koysancaqê û hewldanên wê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan a bi rêbazênzanistî û pisporî dike.
Xeta germ a Rêveberiya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jin û Malbatê ya li Herêma Kurdistanê 119 e. Ev xet li seranserêHerêma Kurdistanê heye, bêpere ye û bi awayekî veşartî û pisporane kar dike. Armanca wê alîkarîkirin, destwerdana lezgînû wergirtina gilî û serlêdanên der barê bûyerên tundiya nav malbatê û civakê de ye.
Destpêka damezrandina xeta germ a 119’an
Xeta ger a 119’an, di dawiya sala 2018’an de dest bi kar kir. Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku xetek xizmetê ya bêpere û 24 saetan vekirî were damezrandin.
Hemwelatiyan dikarin bi rêya şirketên Korek, Zain û Asiacell û bêyî cudahiyên di ol, netewe û zayendê de, bi vê xetê re têkilîdaynin. Ev xet 24 saetan ji hemû kesên civakê re xizmetê pêşkêşdike.
Rola xeta germ a 119’an a di têkoşîna li dijî tundiya li serjinan de
Berpirsê ragihandin û têkiliyên Giştî yên Rêveberiya TêkoşînaLi Dijî Tundiya Li ser Jin û Malbatê ya li Silêmaniyê Major Raz Feryal, dibêje ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke cîhanî ye, tinekirina wê bi tevahî ne hêsan e, lê hewldan tên kirin ku rêjeyatundiyê û kuştina jinan kêm bibe.
Major Raz Feryal a got tundî pirsgirêkeke cîhanî ye û armancame kêmkirina bûyerên tundiyê ye, wiha axivî: “Raste ku li gorîsalên borî bûyerên tundiyê kêm bûne, lê hejmara têkiliyên bi xeta germ a 119 re zêde dibe. Kesên ku rastî tunditê tên, dikarinji bo wergirtina şêwirdarî û alîkariyê telefon bikin. Di bûyerênsivik de hewl didin çareseriyekê bibînin, lê bûyerên ku tê de tundiya fîzîkî hene, sewqî dadgehê tê kirin. Bûyerên xwekuştin û xweşewitandinê jî ji aliyê Polîsa Silêmaniyê ve tên tomarkirin."
‘Me kesekî ku dixwest dawî li jiyana xwe bîne, xilas kir’
Major Raz Feryal, bal kişand ser girîngiya xeta germ a 119 û got ku ev xet deriyek girîng a çareserkirina pirsgirêkên malbatî ye û wiha got: "Xeta germ a 119, ji bo çareserkirina pirsgirêkêncivakî yên jinan gelek girîng e. Hinek jin ji bo wergirtinapiştgiriya derûnî telefonê dikin, pirsgirêkên xwe ji lêkolînerênme re vedibêjin û alîkariya çareserkirina wan werdigirin. Rojekkesek telefon kir û got ku dixwaze xwe bikuje, lê me karî ew ji vê biryarê vegerînin. Me bi alîkariya lêkolînerên civakî, wê aramkir û piştre ji bo me çareseriyekê dît.”
Major Raz Feryal, behsa beşên cuda yên rêveberiyê kir û wihapê de çû: “Xeta germ a 119, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinanmekanîzmayeke girîng e. Di hundirê rêveberiya me de beşênwekî şêwirdariya malbatê, lihevhatin, karûbarên îdarî, ragihandin û hesabên darayî hene. Beşa Şêwirdariya Malbatê ji bo alîkariya malbatan û pêşkêşkirina rêyên çareseriyê hatiyedamezrandin. Her wiha komîteyeke lihevhatinê heye ku ji sêpisporên derûnî, civakî û hiqûqî pêk tê û hewl dide pirsgirêk û dozên malbatan çareser bike. Li navenda Silêmaniyê sê nivîsgehû li derveyî bajêr çar nivîsgehên din ên me hene. Di van nivîsgehan de ji jinan re piştgiriya civakî, derûnî û hiqûqî têpêşkêşkirin. Armanca me sereke ew e ku malbat ji hev belavnebin, pirsgirêk bi rêya lihevhatinê werin çareserkirin û yekîtiyamalbatê were parastin."
‘Jin wekî lêkolîner dixebitin û ji bo çareserkirina pirsgirêkênjinan çareseriyan peyda dikin’
Major Raz Feryal, derbarê rola jinan di hundirê rêveberiyê de jîwiha axivî: “Di rêveberiya me de derfet û mafên jinan ji bo kar û xebatê têne parastin. Hemû jinên ku li vir dixebitin ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin. Jin li vir wekî lêkolînerdixebitin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan rêyên çareseriyêpeyda dikin. Mêr jî di vê pêvajoyê de alîkariya wan dikin. Divêbê zanîn ku cureyên tundiyê jî her tim diguherin. Tundiya fîzîkî,derûnî, civakî û aborî heye. Di van demên dawî de tundiyaelektronîkî jî her ku diçe zêdetir belav dibe."
Raz Feryal, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ne tenê di Çalakiyên 16 rojî de ser erka xwe ne. Divê em di tevahiya salêde ji bo mafên jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan bixebitin. Em her roj li ser erkê xwe ne û ji bo mafên jinan têdikoşin û hewl didin ku pêşî li kuştina wan bigrin. Peyama me ji jinan re ev e; ger hûn bi pirsgirêkeke malbatî re rûbirû bibin, em ê bi şêwazeke pisporane alîkariya we dikin ku pirsgirêkên we çareserbibin."
‘Piştgiriya hiqûqî, derûnî û civakî tê pêşkêşkirin’
Karmenda nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jin û Malbatê ya li bajarê Koysancaqê Aske Cafer jî der barê kar û xebatên ku bi rêya xeta germ têne kirin de axivî û got ku ev xether dem vekirî ye û karmendên pispor û perwerdekirî bersivatelefonan didin: "Kesên ku telefonê van xetan dikin, tenê ji bo gilî û gazindê telefon nakin. Gelek caran ew ji bo wergirtinaşêwirdariya hiqûqî, derûnî û civakî jî serlêdan dikin. Karmendênpispor û perwerdekirî bersiva wan didin û nepenîtiya kesênserîlêdanê tê parastin. Ji wan re alîkarî tê pêşkêşkirin û kesên ku dixwazin gilî û gazindên xwe bi awayekî fermî tomar bikin, li ser rê û rêbazên pêwîst tên agahdarkirin."
Aske Cafer, di berdewamiya axaftina xwe de got: "Her çend emwekî nivîsgeha Koysancaqê rasterast bersiva telefonên xeta germa 119 nadin jî, dema ku mirovên herêma me bi vê xetê re têkilîdatînin, ji aliyê yekîneyên têkildar ve em tên agahdarkirin. Piştreem bi alîkariya tîmên xwe û saziyên têkildar şopandina van bûyeran dikin û li gorî hewcedariyê destwerdanê dikin û alîkariya mirovan dikin. Ji ber vê yekê xeta germ gelek girîng e û divê her kes li ser vê xetê agahdar be."
‘Hêviya me ew e ku em di pêşerojê de xebatên xwe zêdetirbikin’
Aske Cafer, got ku di çarçoveya kampanyaya Çalakiyên 16 Rojîku 25’ê Mijdarê dest pê dike de wan çalakiyên xwe ji bo hişyarkirina civakê zêde kirine û bi van gotinan qala xebatênxwe kir: "Di çarçoveya Çalakiyên 16 Rojî de em ji bo hişyarî û agahdarkirina civakê xebatên xwe zêde dikin. Em alîkariyahemû kesên ku serî li nivîsgeha me didin û dixwazin şêwirdariyêbistînin, dikin. Her wiha em di dibistan, enstîtu û zanîngehan de ji bo jin û mêran çalakiyên hişyariyê pêk tînin. Ev yek me kêfxweş dike ku saziyên me baweriya civakê bi dest xistine û mirov ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serî li me didin. Hêviya me ew e ku em di pêşerojê de xebatên xwe zêdetirbikin."
‘Di van demên dawî de tundiya li ser medyaya civakî pir zêde bûye’
Aske Cafer, der barê cureyên tundiyê de got ku bûyer li gorîherêman ji hev cuda ne: " Mînak li Koysancaqê û derdora wêcureyên tundiyê ji bajarên mezin cuda ne. Li gorî bûyerên ku rojane tên pêşiya me, em dibînin ku yek ji cureyên herî zêdetundiya elektronîk e ku bi rêya torên civakî û sepanên mobîl pêktê. Ji bilî vê yekê tundiya fîzîkî, derûnî û aborî jî hene. Lê mixabin tundiya elektronîkî di van demên dawî de her ku diçezêdetir belav dibe û bandorê li ser gelek kesan dike."
Cafer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em di çarçoveya 16 Rojên Çalakiyê de xebatên xwe ji bo hişyarî û agahdarkirinacivakê didomînin. Hemû karmendên nivîsgeha me hewl didinalîkarî û agahiyên pêwîst bidin kesên hewcedar. Nivîsgeha me di nav beşên cuda yên civakê de cih û baweriyekê ji xwe re peydakiriye. Kesên rastiyê tundiyê hatine, dikarin pirsgirêkên xwe bi rehetî vebêjin û xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Em jî li gorî derfetû şertên heyî hewl didin alîkariya hemû kesan bikin."
‘Nivîsgehên me bûne sedema kêmkirina tundiyê"
Aske Cafer, di dawiya axaftina xwe de got ku di salên borî de jinzêdetir rastî tundiyê dihatin û gelek ji wan berê xwe didanxwekuştinê an jî xweşewitandinê. Aske Cafer, diyar kir ku îro bi saya xebatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe û nivîsgehên ku li bajar û parêzgehan hatine vekirin, tundiya li hember jinan kêm bûye: “Hemû saziyên têkildar bi armancadawîbûna tundiya li ser jinan ferdên bi hevkariya hev dixebitin.”