Xelkê Mexmûrê: Divê rihê yekitiya netewî ya gelê Kurd were xurtkirin
Li wargeha penaberan a Memxûrê bi boneya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanî de meşek girseyî hat li dar xistin û di meşê de peyama xurtkirina yekitiya gelê Kurd hat dayîn.
Mexmûr- Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanî, meşek girseyî hat li dar xistin. Di meşê de taybet ji bo xurtkirina ruhê yekitiya netewî ya gelê Kurd û xwedîderketina destkeftiyên şoreşa Rojava, peyam hatin dayîn.
Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heta ber deriyê Netewên Yekbûyî (NY). Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Yek e Yek e Yek e, Gelê Kurd Yek e’ hatin gotin. Piştî ku meş gihişt ber deriyê NY, daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyaniyê ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz axivî.
‘Bi bedelên mezin şoreşa Rojava hat bi dest xistin’
Edban Yilmaz destpêkê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê li tevayî gelê Kurd pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Bi têkoşîn û berdêlên giran şoreşa Rojava û destkeftiyên Rojava hatin bi dest xistin. Herwiha ruxmê hezaran şehîd, koçberî û talanê jî bi berxwedanek mezin destkeftiyên gelê Kurd heta roja îro hatin parastin. Lê mixabin îro ew destkeftî dibin gefan de ye. Hêzên hegemon bi peymanên wek Qesrî-Şîrîn û Lozan Kurdistan kirin parçe. Lê bi berxwedana gelê Kurd ya sedsala 21’an ku bi pêşengiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, xwedîderketinek mezin çêbû. Bedelên giran hatin dayîn lê bi wan bedelan me wek gelê Kurd destkeftiyên mezin bi dest xistin.”
‘Ji bo xurtkirina rihê yekitiyê divê têkoşîn mezintir bibe’
Yilmaz destnîşan kir ku yek ji armancên sereke ên êrişan zindîkirina daîşê bû û wiha got: “Di roja îro de bi êrişên ser Rojava tên meşandin de hêzên hegemon dixwazin daîşê zindî bikin. Niha, heta astek êriş rawestane û peyman hatine îmze kirin, lê dîsa wek gelê Kurd baweriya me bi van hêzan nayê. Ji bo wê pêwîste gelê me ji hemu demê zêdetir xwedî li Rojava derkeve. Rojava bi berxwedan û sekna xwe herçar parçeyên Kurdistanê kir yek û hestê yekitiya netewî xurt kir. Bi heman şêweyî dema em li Kobanê dinêrin, hîna jî dorpêç berdewam e. Pêwîste demildest ew hêzên garantor erkê xwe bicih bînin û dorpêç were rakirin. Taybet jî wek gelê me yê Rojava erk û berpirsyartî mezintir dibin, ji ber ku wê têkoşîna heyî bibe têkoşîna siyasî. Êdî Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat bûye yek, ji bo wê rihê yekitiyê xurtir bikin divê têkoşîna me mezintir bibe.”
‘Em ê heta dawî destkeftiyên şoreşê biparêzin’
Edban Yilmaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî roja cîhanî ya Rojava pîroz dikin. Em soz didin ku heta dawî li kêleka gelê xwe yê Rojava bin û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Em silavên xwe ji tevayî şervanên Rojava û tevayî gelê Kurd ê berxwedêr re dişinin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.