Li Lîbyayê ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet çalakî hat lidarxistin

Li Navenda ‘Bayti’ (Mala Min) bi beşdariya Yekîtiya Jinên Başûrê Lîbyayê û Weqfa Dayîkên Zarokên Otîzm, ji bo zarokên bi nexweşiya otîzm û sendroma Downê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de zarokan jêhatiyên xwe pêşan dan.

EZÎZA HISÊN

Sabha – Navenda ‘Baytî’ (Mala Min) ku girêdayî Yekîtiya Jinên Başûr e, li Sabhayê çalakiyek ji bo Roja Zarokan a Cîhanê li dar xist. Çalakiya ku bi hevkariya Komîteya Bilind a Zarokan û daîreya Karûbarên Civakî ya bajêr hat lidarxistin, gelek zarok, di nav de yên otîzm û sendroma Downê, anîn cem hev. Însiyatîfa ku bi beşdariya rêxistinên jinan, saziyên perwerdeyê û NGO’an hatiye organîzekirin, bal kişand ser teşwîqkirina beşdariya zarokan û balkişandin ser jêhatiyên wan.

Cîgira Sekretera Giştî ya Komîteya Bilind a Zarokan, Fatîma El-Mehdî El-Emerî, diyar kir ku çalakiya li bajarê Sabhayê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê hatiye lidarxistin, armanc jê ew e ku beşdariya piraniya zarokên xwedî pêdiviyên taybet misoger bike, bi nîşandana jêhatiyên xwe piştgiriya entegrasasyona wan a civakî bike û mafên wan misoger bike.

Ev çalakî bi hevkariya weqfa ‘Dayîkên Zarokên Otîzm’, Daîreya Parastina Malbat û Zarokan a Daîreya Polîsan a Sabhayê û gelek saziyên perwerdeya taybet hat organîzekirin. Armanca vê hewldana hevpar ew bû ku zarokên ji paşxaneyên cihêreng bîne cem hev û ji wan re cihekî hevpar ku bikaribin jêhatîbûn û afirîneriya xwe îfade bikin peyda bike.

Çalakiyên cihêreng

Fatîma El-Mehdî El-Emerî da zanîn ku armanc bi çalakiyê ew e ku zarokên xwedî pêdiviyên taybet, bi qasî  pêkan be beşdar bibin. Fatîma El-Emerî anî ziman ku zarokên otîzm ji derveyî şarezahiyên xwe di gelek çalakiyên weke xêzkirin û boyaxkirinê de, di qadên kuafor û amadekirina ava fêkiyan de pêşan dan.

Fatîme El-Ammarî destnîşan kir ku zarokên bi sendroma Downê jî beşdarî çalakiyê bûne bernameyên pêşbirk û her wiha çalakiyên perwerde û hunerî yên weke hesabkirina mejî, xêzkirin û boyaxkirinê digrin nava xwe. Ev çalakî ji hêla Dibistana Noor Al-Uloom û saziyên din ên perwerdeya taybet ve hatine organîzekirin.

Nûnerên Komîteya Bilind a Zarokan ji gundê Germa û bajarê Ubarî jî beşdarî şahiyê bûn. Fatima El-Mehdî El-Ammerî hêviya xwe ya beşdarbûna van kom û zarokan anî ziman û got ku dê rê li ber çalakiyên din ên di pêşerojê de li bajêr bên lidarxistin veke.

Zarokên xwedî pêdiviyên taybet tên destekkirin

Ev însiyatîf rola girîng a rêxistinên jinan û komên dayîkan di piştgiriya beşdariya civakî û perwerdeyî ya zarokên xwedî pêdiviyên taybet de destnîşan dike. Ev hewldan ji nêzikatiyekeku  tenê li ser lênêrînê disekine wêdetir e û piştrast dike ku zarokên xwedî pêdiviyên taybet ji ber hêzên xwe tên naskirin û mafên wan ên xweîfadekirinê, beşdarbûna jiyana civakî û tevlîbûnê tên destekkirin.