Werzîşvan û hunermendan piştgiriya serhildana gelê Îranê kirin

Bi berfirehbûna piştgiriya kesyetên bi nav û deng ji bo nerazîbûnên seransê gelê Îranê berdewame, her yek ji Rizaye Canbaz, Leyla Recebî, Gulîifte Ferhanî û Şîla Xûdad helwestên xwe nîşan dan.

Navenda Nûçeyan - Piştî 10 rojên nerazîbûnên li seranserî Îranê hêjmarek zêde ya werzîşvan û hunermendan piştgiriya xwe ji bo xelkê Îranê diyar kirin û di hesabên xwe yên medya dîjîtal de bi belavkirina nivîsan piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê anîn ziman. Mehal Mehrûqî, Rezye Cenbaz, Leyla Recebî, Gulşifte Ferhanî û Şîlan Xudda jî li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal piştgiriya xwe anîn ziman.

Endama hilbijartî ya topa dest Raziye Canbaz ji bo piştgiriya xelkê Îranê bike dest ji endamtiya topê destê berda û wiha nivîsand: “Ji bo rêzgirtina ji bo canê Mehsa Emînî û ew kesên ku dengê wan nayê bihîstin helwesta xwe nîşan didim.”

Lela Recebî ya werzîşvanê berê yê werzîşên milî û medenî navnetewî piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên Îranê nîşan da û di tora dîjîtal de wiha nivîsî: “Yan li gel xelkê, yan li dijî xelkê, bijardeya sêyem nîne.”

Werzîşvana milî û medenî Mehal Mehrûqî di tora dîjîtal de bi çîrokek wiha piştgiriya xwe anî ziman û got: “Kesek li gel binemalekê şer dike, dilteng dibe û tewan dike, çawa lê didin û gule lê dibarînin? Gelo hun ji wan hêsiran natirsin ku wê piştre bi ser we de were?”

Aktora sînemayê Şîla Xûdad jî wiha got: “Hunermend di dilê xelkê de ye, di çavê xelkê de nû ye, ne dûbare ye.”

Aktora navdewletî Gulşifte Ferhanî ku ji derveyî welat jiyan dike piştgiriya xwe ji bo serhildana li dijî rejîma Îranê da diyarkirin wiha  piştgiriya xwe anî ziman: “Hun rêberên vê tevgerê ne ku bi xwe dîrokeke, tevgereke ku ev 170 sal e ji aliyê mêrên vê xakê ve nekarîne encam bidin, hun neslê heft û heştan li pişt hev rawestane.”

Her wiha di malpera xwe ya fermî ya tewiterê de wiha nivîsand: “Ev 170 sal e li beramberî hemû zextan tû dengek ji mêran derneket, 44 sal e li beramberî hîcaba bi zorê jin hatine girtin, lê belê bavên me dengê xwe dernexsitin, 15 sal e Gulşifte ji ber hicabê ji aliyê ferhadiyan ve hatiye redkirin.”