Jin û mêrên Binarê Qendîlê li dijî tundiyê peyamek hevpar dan

Li gundê Sêwes ê herêma Qelatûkan a Binarê Qendîlê, ji bo Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, jin û mêrên herêmê kom bûn û li dijî tundiyê peyamek hevpar dan.

Qendîl - Jin û mêrên gundê Sêwes ê herêma Qalatukanê ya Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan kom bûn û daxuyaniyekê peyama hevpar a desteka ji bo rûmet, maf û azadiya jinan û her wiha redkirina hemû cureyên tundiyê dan. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama Meclîsa Jinan a Binarê Qendîlê hat xwendin.

Di peyamê de bal kişandin ser parastina rûmeta jinan, dabînkirina maf û azadiyên wan ên bingehîn û rola jinan di pêşxistina civakê de.

Mêran destek da jinan

Di beşeke din a daxuyaniyê de, mêrên herêmê bi armanca destekkirina jinan û têkoşîna li dijî tundiyê, peyama xwe xwedin û destnîşan kirin ku ewê li dijî hemû cureyên tundiya fîzîkî, derûnî, civakî, aborî û devkî bisekinin.

Her wiha banga bilindkirina hişmendiya civakê, bi taybetî nifşê ciwan û avakirina qadek ewle û adil li mal, dibistan, kargeh û saziyan hate kirin. Parastina jinan berpirsiyariyeke hevpar a hemû kes û saziyên civakê ye.

Di peyamê de, Meclîsa Binarê Qendîlê wek herêmek ku tê de jin di jiyana civakî û pêşveçûna herêmê de roleke girîng dilîzin hate pênasekirin û da zanîn ku pêşveçûna rast a civakê bi beşdarbûn û azadiya jinan ve girêdayî ye.

Di dawiya peyamê de hate gotin ku azadî, rûmet, wekhevî û jiyana bê tundî ji bo jinan, bingeha civakeke aştiyane û pêşketî ye.