Dayîkên Aştiyê: Aqilê mêrsalar li Îranê tundiya li dijî jinan zêde dike

Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya der barê 25’ê Mijdarê de banga wekheviya yasayî ya tam, lêkolînên serbixwe der barê sûcên li dijî rûmetê û vekirina cihên ewle ji bo jinên ku rastî tundiyê dibin kirin.

Navenda Nûçeyan – Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek dan û bal kişandin ser binpêkirinên li ser jinên li çar aliyên cîhanê. Dayîkan ji bo xurtkirina parastina yasayî, civakî û misogerkirina mafên wan ên bingehîn bang kirin.

Dayîkên Aştiyê di daxuyaniyê de bal kişandin ser mafên jinan ê ji bo azadî, serxwebûn û biryardayînê û da zanîn ku berdewamiya sûcên kuştina jinan li Îranê ji ber yasayên cudakar, zîhniyeta mêrsalarî û xemsariya rayedaran e.

Tundiya li ser bingehê zayendê hê didome

Di daxuyaniyê de, kuştina xwişkên Mîrabel hat bibîrxistin û hat tekezkirin ku bi dehan salan piştî bûyerê, tundiya li ser bingeha zayendê hê jî berdewam dike dan zanîn ku kuştina bi hinceta ‘namûsê’ bûye kevneşopî û kesên ku van sûcan dikin, ji cezakirinê rizgar dibin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevlîbûna endamên malbatê bav, bira û hevjînên niha yan ên berê di pêkanîna hovane ya van sûcan de ku şewitandina bi zanabûn û gulebarankirinê digre nava xwe. Hat diyarkirin ku cudakariya pergalî, newekheviya yasayî û têkiliyên baviksalarî, sedemên berdewamiya vê diyardeyê.

Yasayên Komara Îslamê rexen kirin

Dayîkên Aştiyê yasayên Komara Îslamî rexne kirin û bal kişandin ser sînordariyên yasayî yên ku di warên malbat, zewac, hevberdan, mafê xwedîkirina zarokan û serxwebûna kesan li ser jinan hatine ferzkirin û weke faktoreke ku serdestî û tundiya li dijî jinan xurt dike, bi nav kir.

Bang hat kirin

Der barê nebûna stargehên ewle, navendên piştgiriya pispor, xizmetên hiqûqî û psîkolojîk ên serbixwe û derfetên aborî ji bo jinên ku neçar mane ji qadên tijî tundî derkevin, bal hat kişandin ku pêwîst e pêşî li kuştina jinan were girtin. Hat diyarkirin ku berpirsiyariya hikûmetê bi cezakirina piştî pêkhatina sûcan re bi sînor nîn e.