Weqfa Dozên Jinên Misrê li ser zagona malbatê civînek li dar xist

Weqfa Dozên Jinên Misrê, ji bo li cihê zagona rewşa kesane ya heyî, zagonek dadwertir were avakirin, bi salan e dixebite. Di vê zagonê de nêzî 100 salan e tu guherînek hêja nehatiye kirin.

ESMA FATIHÎ

Qahîre- Weqfa Dozên Jinên Misrê, ji bo ku zagona statuya kesane ya di her warî de ji pêdiviyên civakê re bibe bersiv were derxistin, civîneke diyalogê li dar xist.

Bi zagona rewşa kesane ya heyî, rewşa civakê, bû mijara hemû kesên ku di saziyên civakî de dixebitin. Veqf ji bo ku zagonên heyî werin guherandin û bi taybetî ji bo ji malbatên Misrî re zagoneke dadwertir were derxistin bi salan e dixebite.

Pêşnûmeya zagonê û pêşkêşkirina ji bo parlamentoyê

Berê jî pêşnûmeya zagonê hatibû amadekirin û piştî pejirandina ku pêwîst bû, parlamenter Nadia Henry pêşnûme zagonê pêşkêşî meclisê kiribû lê ji ber ku serdema meclisê bi dawî bûbû, li ser pêşnûmeyê nîqaş nehat kirin. Heman rewş, ji bo pêşnûmeya ku parlamenter Nashwa El-Deeb pêşkêş kiribû û ji aliyê ji 60’î zêdetir parlamenteran ve hatibû îmzekirin jî derbasdar bû. Lê ew pêşnûme jî nehat nîqaşkirin.

Serokomar pêşniyar kir ku zagoneke ji guherînên civakî re bibe bersiv were derxistin û bi vê armancê komîteyek ku Wezîrê Dadê jî di nav de bû hat avakirin lê hê jî encamên xebatên komîteyan negihîştine meclisê.

Divê pêşî cih bidin zagonê

Seroka Heyeta Mutewelî ya Weqfa Dozên Jinên Misrî Azza Suleyman, di destpêka civînê de bal kişand ser girîngiya hiqûqê. Suleyman, diyar kir ku divê serokomar, weke lîderê welatekî makezagonê pêk bîne û diyar kir ku pêdiviya zagonên rewşa kesane bi guherînên ji kokê ve heye loma bi salan e di vê mijarê de di nava hewldanan de ne.

Azza Suleyman, bal kişand ku divê bi baldarî li ser pêdiviyên welatiyan ên pêşîn were sekinandin û meclis rojeveke ku nûnertiya gel dike ava bike. Her wiha diyar kir ku der barê xebat û encamên komîteya ku hatiye avakirin de, tu daxuyaniyek nehatiye dayîn û got ku divê dewlet di vê mijarê de mudaxele bike.

Nêrînên endama Partiya Sosyalîst Karima El-Hafnawî

Karima El-Hafnawî, got ku Weqfa Dozên Jinên Misrî ji sala 2003’an ve heta niha ji bo avakirina zagona nû ya rewşa kesane dixebite. Her wiha diyar kir ku zagonên heyî ji sala 1920’an ve heta niha neguherîne û li gorî pêdiviyên civakê yên diguherin nîn e.

Karima El-Hafnawî, bi bîr xist ku di sala 2022’yan de pêşnûmeya ku ji aliyê parlamenter Nashwa El-Deeb ve bi îmzeya 60 parlamenteran hatiye pêşkêşkirin, hê nehatiye nîqaşkirin. Bal kişand ku pêdivî heye zagon ji kokê ve were guherandin û dive di vê mijarê de zêdetir gav werin avêtin.

Zagona malbatê û parlamento

Parlamenter Maha Abdel Naser jî got ku pêşnûmeya zagonê ya ji aliyê parlamenter Nashwa El-Deeb ve hatiye pêşkêşkirin hê nehatiye nîqaşkirin. Her wiha diyar kir ku behsa pêşnûmeya zagonek ku serokwezîrî, Wezareta Dadê, Zanîngeha Ezher, dêr û saziyên din ên têkildar li ser dixebitin tê kirin lê tu kesê vê pêşnûmeyê nedîtiye.

Maha Abdel Naser, diyar kir ku ew texmîn nake pêşnûmeya zagonê di çend mehên li pêş de pêşkêşî parlamentoyê were kirin lê her çendî dem kêm be jî destpêkirina nîqaşên li ser vê zagonê girîng e.

Pêdivî bi zagoneke dadwertir heye

Parlamenter Nashwa El-Deeb, got ku dewlet di warê guherandina zagona heyî de hemfikir e lê divê ev guherîn bi navbeynkariya hikumetê were kirin û diyar kir ku di vê mijarê de komîteyek ku serokatiya wê Wezareta Dadê dike hatiye avakirin.

Nashwa El-Deeb, diyar kir ku dema xebatên vê komîteyê zûde bi dawî bûye û hê jî pêşnûmeya zagona nû ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin. Her wiha da zanîn ku hikumetê hê jî li ser pêşnûmeya zagonê li parlamentoyê hevdîtin nekiriye.

Nashwa El-Deeb, zagona heyî ji 100 salan zêdetir e di meriyetê de ye û êdî bi rewşa heyî mafên malbatan nayê parastin ji ber vê yekê pêwist e zagoneke nû were derxistin. El-Deeb, diyar kir ku destpêkirina nîqaşan, dê ji civakê re bibe hêvî û di serdema meclisê de zagon bikaribe were pejirandin.