Nivîskar Kinêr Abdullah: Deriyê sînor ê Sêmalka vekin
Nivîskar û çalakvan Kinêr Abdullah bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye got: “Divê desthilata Başûrê Kurdistanê erkê xwe bi cîh bîne û deriyê sînorî yê Sêmalka veke.”
DÎDAR ŞEHLA
Silêmanî – Şervan û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan berxwedana xwe ya dîrokî didomînin. Dewleta Tirk piştî rûxandina rejîma Sûriye, di 8’ê Kanûnê de êriş û dagirkeriya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijwartir kiriye. Dewleta Tirk tenê bi êriş nake, her wiha kesên ku hewl didin sûcên wan eşkere bikin jî dike hedef. Di 19 Kanûnê de rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazin Daştan dema erka xwe bicîh diainîn û hewl didan sûcên dewleta Tirk bigihînin dinyayê, kir hedef û qetil kir.
Nivîskar û çalakvan Kinêr Abdullah derbarê rewşa niha ya Sûriye û bi taybetî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha got: “Bûyer gelek bi lez û li ser hev rû da û Sûriye ji nû ve tê avakirin. Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, gelek kes koçber bûn. Ji bo em bikaribin di vê demê de bi gelê xwe yê Rojava re bibin alîkar û ji wan re alîkarî bişînin, divê desthilata Başûrê Kurdistan deriyê sînorê Sêmalka veke. Daxwazek zêde ya mirovî di nava Başûrê Kurdistanê de ji bo alîkariya bi gelê Rojava re heye. Lê belê ji ber girtina deriyê sînor a li gel, alîkarî tenê dikare bi riya pare were komkirin. Her çend rewşa darayî ya xelkê Başûrê Kurdistanê xirab be û ev çend meh in mûçe negirtibe jî, hewl didin alîkarî bidin xelkê Rojava. Ji ber vê yekê, tiştê ku pêwîst e niha hikûmet bike, vekirina deriyê sînor ê Sêmalkayê ye. Di vê demê de yekrêzî û yekhelwestî gelek girîng e. Ji ber wê jî, divê desthilat dawî li feraseta partiyan bînin. Divê siyaseta stratejîk di berjewendiya pirsgirêka Kurd de bimeşîne.”
‘Hêza parastina jinê xwe nîşan daye’
Kinêr Abdullah da zanîn ku hêza leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jî hêza parastina jinê, xwe îspat kiriye û hemû dinya vê yekê dizane. Kinêr wiha got: “Ya niha pêwîst ew e ku stratejiyek siyasî ya li Rojavayê Kurdistanê li gor berjewendiyên Kurdan were meşandin. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, divê giftûgo werin kirin û hemû alî amade bin. Ev jî ji bo nîşandana yekitiya gelê Kurd û danîna pêşerojek baş, ji bo pêşeroja gelê Kurd, gelek girîng e. Siyaseta Erdogan siyaseta dagirkeriyê ye û bi eşkere hewla dagirkirin û tinekirina gelê Kurd dide. Divê hikumet li beramberî vê siyaseta Erdogan hewl bide ku piştevaniya navetewî bigre û bikare rû bi rûyî êrişên dewleta Tirk bibe û rê nedin dagirkirina xaka Kurdan.”
‘Tu aliyek erênî yê şer nîne’
Kinêr Abdullah destnîşan kir ku di şeran de herî zêde jin dibin qûrbanî û wiha got: “Ji dîrokê ve şer hertim bûye wêrankarî û xelk di hemû temenan de dibin qûrbanî. Ji ber wê ti aliyê erênî yê şer nîne. Di vê demê de ne tenê nivîskar û rewşenbîr, hemû kes divê li dijî van êrişan helwesta xwe nîşan bidin. Her Kurd divê erkê xwe yê dîrokî û welatparêzî bicîh bîne û xwedî berpirsyartî be. Bi taybetî desthilat, pêwîst e berpirsyariya xwe ya dîrokî bicîh bîne û deriyê Sêmalka vekin.”