Wargeha xwandinê nekarî li ber serkeftina wê bibe asteng

Xwendekara zanîngehê Huda Omêd ku li wargeha xwendekaran dimîne û niha dest bi karê xwe kiriye, peyama “Xwedekarên keç divê jin dev ji karên xwe bernedin, her tim li pey armancên xwe herin” da.

Mîhrîban Selam

Helebçe – Li wargeha xwendekaran a parêzgeha Helebce, qerebalî û xwendin nebûye asteng ku xwendekarên keç ên ku kêrhatiya wan heye bixebitin. Huda Omêd tenê mînakek ji wan e ku di wargeha xwendekaran a keçan a Helebce de dixebite û girîngî dide kêrhatiyên xwe. Huda Omêd li bajarê Silêmanî dijî û xwendekara qonaxa çarem a Beşa Bazirganiya Navneteweyî ye. Ev çend meh in bi rêya onlîne, dixebite û malperek ji bo xebatên xwe ava kiriye. Huda Omêd  ji ajansa me re behsa xebat û serkeftina xwe kir.

‘Çêkirina tabloyên çandî beşek ji karê min e’

Huda got ku “Min xwest di ve çarçoveyê de nemîne, min xwest karê xwe bighînim civakê” û da zanîn ku çêkirina tabloyên dekorasyona malê û ofîsan, beşek girîng ê xebatên wê ye. Huda ragihand ku hemû tabloyên ku ji bo ofîs û cihên kar guncaw in çêdike û wiha got: “Ew tabloyên ku dizaynên di nav de hildibjêrim, li gorî reng û modelan ku tiştek bedew û taybet ku li gorî cihê kar bin hildibjêrim.”

‘Beşê min ji bo pêşxistina karê min alîkar e’

Huda Omêd ku Beşa Bazirganiya Navneteweyî dixwîne, diyar kir ku beşa wê ji bo pêşdebirina karê wê alîkar e û wiha domand: “Bazarkirina tiştan hemû girêdayî beşê min e. Ger min ev beş nexwendiba, min nedikarî vê karî bikim.”

Huda Omêd bi van gotinan behsa destpêka damezrandina karê xwe kir: “Min destpêkê malpera xwe ji bo hemû nasên xwe vekir û berhemên xwe pêşkêş kir. Bi saya vê jî, şopînerên min zêde bûn, karê min mezin bû û çû ber destê xelkê. Hê maye bighêm cihê ku dixwazim û hê xwendina min maye. Lê belê ev nebû sedem ku ji karê xwe dûr bikevim. Ez karê xwe bi plan dikim. Her tim wargeh nabin asteng. Hevalên min gelek alîkarî didin min. Ev jî wisa dike ku herwekî li mal bim û karê ku li malê dikim, li vê derê dikim.”

Huda Omêd di dawiya axaftina xwe de peyamek da xwedekarên keç û diyar kir ku divê jin dev ji karên xwe bernedin, her tim li pey armancên xwe herin.