UNICEF: Li Sûdanê di pevçûnan de 4 hezar û 300 zarok mirine
UNICEF, ragihand ku ji destpêka pevçûnên li Sûdanê heta niha 4 hezar û 300 zarokan jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne, diyar kir ku bi hilweşîna pergala tenduristiyê re mirina dayîkan zêde bûye.
Navenda Nûçeyan – Krîza mirovî ku li Sûdanê ji ber pevçûnên ku ji Nîsana 2023’an heta niha didome de kûr dibe, bi taybet di mijara bandorên hilweşîner ên li ser jin û zarokan, hişyariyên ji Neteweyên Yekbûyî tên herku diçe tundtir dibin.
UNICEF, di daxuyaniya dayî de, ragihand ku ji destpêka pevçûnan heta niha nêzî 4 hezar û 300 zarokan jiyana xwe ji dest dane, an jî birîndar bûne. Ev dane nîşan dide ku komên herî zêde ji krîzan bandor dibin zarokin, ji sedî 78’ê birîndaran, ji ber êrîşên balefirên bê mirovin.
Binpêkirinên giran ên mafê mirovan hate tesbîtkirin
Saziyê da zanîn ku, zêdeyî 5 hezar û 700 binpêkirinên mafan ên giran li dijî zarokan tesbît kirine û beşek zêde ya van binpêkirinan li herêmên Kordofan a li beşa navend û Darfur ku li rojavayê welat pêkhatine. Herêmên mijara xeberê, qadên ku pevçûn herî zêde lê tê encamdan in. Her wiha diyar kir ku tenê çareka yekem a salê de 160 zarokan jiyana xwe ji dest dane, hejmarek zêde ya zarokan bi awayek giran birîndar bûne.
Mirinên dayîkan zêde dibin
Li gel vê yekê, saziya alîkariya zarokan Save the Children, hişyarî da ku li welat mirina dayîkan îsal ji sedî 12 zêde bûye. Hilweşîna pergala tenduristiyê û kêmbûna xwegihandina xizmetên bingehîn, wek yek ji sedemên bingehîn ên van zêdebûnan hate nîşandan.
Li Sûdanê di pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Desteka Lezgîn ji 2023’an heta niha didome de, rê li ber mirina bi deh hezaran kes, koçberbûna nêzî 13 milyon kes û krîza birçûbûnê ya herî giran a dinyayê vekiriye.