UNICEF: 11.6 milyon zarok li Efganistanê hewceyî alîkariya mirovî ne

UNICEF di rapora xwe ya dawî de ragihand ku nêzîkî 21.9 milyon welatî li Efganistanê, ku nêzî nîvê nifûsa welêt e, hewcedarê alîkariya lezgîn in. Û tekez kir ku herî zêde zarok û jin ji kirîza berdewam bi bandor in.

Navenda Nûçeyan – Di berdewamiya krîzên aborî û civakî yên ku bandor li Efganistanê dikin de. welat şahidiya zêdebûnek girîng di hewcedariya alîkariya mirovî de dike, ji ber ku nifûs ji ber xirabûna xizmetguzariyên bingehîn, zêdebûna rêjeyên xizaniyê û bêewlehiya xwarinê bi şert û mercên jiyanê yên dijwar re rû bi rû dimîne.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe ya dawî ya rewşa mirovî ya ji bo Efganistanê de ragihand ku di sala 2026’an de, nêzî 21.9 milyon kes, ku nêzî nîvê nifûsa welêt e, dê hewcedarî alîkariya lezgîn bin. Di nav wan de zarok û jin, bi taybet jî dayikên ducanî û yên şîr didin pitikên xwe, wekî  komên herî xeternak tên hesibandin.

‘Şert û mercên jiyana bi milyonan kesan ji kirîzên pir qatî bandor bûye’

Li gorî rapora hatî weşandin, rewşa mirovî ya li Efganistanê berdewamiya krîzên pir-qatî, di nav de xizaniya berbelav, bêewlehiya xwarinê, guherîna avhewayê û qedexeyên civakî, bandorek giran li ser şert û mercên jiyanê yên bi milyonan mirovên li welat dijîn kiriye.

’11.6 milyon zarok hewcedariya wan bi alîkariiyên mirovî hene’

Raporê diyar kir ku zêdetirî 11.6 milyon zarok hewcedariya wan bi alîkariya mirovî hene. Ev hejmar lawaziya zêde ya rewşa zarokan di yek ji krîzên mirovî yên herî tevlihev ên cîhanê de nîşan dide. UNICEF hişyarî da ku bêyî hebûna piştgiriya yekser, rewş dikare bibe sedema xirabûna tenduristî, xwarin û perwerdehiya zarokan.

‘Gihaştina ava vexwarinê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye’

Li gorî rapora UNICEF, gihîştina ava vexwarinê ya ewle li efganistanê jî hîn jî pirsgirêkek mezin e. UNICEF ragihand ku bi deh hezaran kes bi rêya projeyên avakirin û nûjenkirina pergalên dabînkirina avê gihîştine çavkaniyên ava ewle, lê ev mîqdar hîn jî pêdiviyên mezin ên nifûsê pêk nayne.

Pêdivî bi alîkariya navneteweyî heye

Her wiha UNICEF tekez kir ku krîza mirovî li Efganistanê dê di sala 2026’an de di asteke krîtîk de bimîne û pêdivî bi alîkariya navneteweyî ya berdewam û zêdetir heye. Rêxistinê hişyarî da ku ger piştgirî kêm bibe, destkeftiyên sînorkirî yên heta niha hatine bidestxistin dê bikevin bin metirsiyê de.

Hişyariyên zêde ji bo kêmbûna xurekê

Di heman demê de, rêxistinên navneteweyî yên din, di nav de Bernameya Xwarinê ya Cîhanê jî li ser belavbûna kêmbûna xurekê hişyarî dane. Li gorî texmînan, bi milyonan zarok û dayikên ducanî li Efganistanê lewaziya xurekê dikişînin û bi milyonan kesên din jî di bin heman xetereyê de ne.

UNICEF’ê di dawiya rapora xwe de tekezî li ser pêwistiya kiryarên lezgîn ji aliyê civaka navneteweyî ve kir, daxwaza zêdekirina çavkaniyên darayî û piştgiriya mirovî kir da ku bersiva pêdiviyên zêde yên gelê Efganistanê bidin. Û tekez kir ku pêşeroja bi milyonan zarokan bi berdewamiya vê piştgiriyê ve girêdayî ye.