Di bin siya şer de pêla binçavkirinan: Jin di eniya pêş a zextê de ne
Hate diyarkirin ku di atmosfera şerê didome û heta piştî îlana agirbestê de, li Îranê binçavkirin zêde bûne, bi zorê windakirin, lixwemukurhatina bi darêzorê û bangkirina dadgehên olî zêde bûne. Ev rewş asta berfireh a zexta sîstematîk radixe ber çavan.
Navenda Nûçeyan – Di hefteyên dawî de, di şertên domandina şer û qedexeyên berfireh a hemwext de, li gelek bajarên Îranê yên wek Ûrmiye, Seqiz, Sine, Bokan, Bane, Mahabad, Îlam, Kirmanşan, Tehran, Şîraz, Meşhed, Kirman, Tebrîz, Yezd, Esfahan, Ahvaz, Dorud, Kum, Astara, Erdebîl, Natanz, Serbaz, Sirik, Lorîstan û wekî din, pêla binçavkirin û girtinan berdewam dike. Ev binçavkirin piranî bi hincetên sûcên wek ‘hevkariya bi dijmin re’, ‘sîxurî’, ‘xapandina civakê’ û ‘dijberiya rejîmê’, bêyî belgeyek fermî bê nîşandan, tên pêkanîn.
Ji mafên xwe bêpar tên hiştin
Di nava kesên hatine binçavkirin de, jin bi awayek diyarker derdikevin pêş. Ji parêzeran bigre, heta aktivîstên civaka sivîl, xwendekar, heta welatiyên ji rêzê, kesên endamên komên olî tên binçavkirin û dibin hedefa zextê û polîtîkayên tepisandinê.
Di nav jinên hatin binçavkirin de Nesrîn Sotudeh, Baran Omidian, Dorsa Îyazi, Şîda Şeyhî, Ferîde Ketabî, Mehrî Kerîmpur, Mahbube Şabanî, Zeynep Ezîzî, Sara Sepehrî, Sîma Enbaî Ferîmanî, Hadîs Hakîkî, Mînu Mehrabanî, Anka Siyavuşî, Meryem Alîpur, Ummulbenîn Dehgan, Bîta Hemmetî û Azer Yahu cih digrin. Xala hevpar a van jinên ku xwedî demboriyên cûda ne, binçavkirinên ji nişkave, girtina di şertên ne diyar de û bêparmayîna ji mafê xwe yên bingehîn e.
Aqûbeta girtiyan nayê zanîn
Di hinek rewşan de, binçavkirin armanca avakirina tundî û tirsê dihewînin. Binçavkirina Baran Omîdîan û Dorsa İyazî li (Beheştî Zehra) li qada ji giştî re vekirî de, an jî kesên wek Sara Sepehrî û Anka Siyavuşî di serdegirtina mala wan de û lêgerîn û desteserkirina tiştên wan, mînakên vê yekê ne.
Di hinek bûyerên din de jî, rewşên nezanîna aqûbeta wan a demdirêj tê dîtin. Malbatên Şîda Şeyhî, Ferîde Ketabî, Hadîs Hakîkî û Sima Enbai Ferîmanî, ji rewşa wan bê xeber in. Ev rewş fikarên îhtimala derbarê girtina li navendên ewlehiyê û rûbirûbûna zextan zêde dike.
Bi zorê îtiraf û zextên li dijî jinan zêde dibe
Hinek rapor, nîşan didin ku ji bo bi zorê îtirafê ji jinên dibin çavan de bigrin, zexta psîkolojîk û fîzîkî pêk tînin. Hate îfadekirin ku bi taybet Baran Omîdîan û Dorsa Iyazî di dema lêpirsînê de rastî van zextan hatine.
Li herêmên wek gundên Abçegî yên girêdayî navçeya Serbaz, îdiayên derbarê di dema operasyonan de hewl dane bi zorê îtiraf ji jinên xwecihî û zarokên keç bigrin, nîşan didin ku ev pêkanîn ketiye pêşiya bûyerên kesî.
Her wiha weşandina îtirafên bi zorê girtine jî balê dikşîne. Mînak di dosyaya têkildarî xebatên medyaya dîjîtal a zarokek 13 salî de hatibû ragihandin ku îfadeyê jinek bi zorî hatiye girtin û ev yek hatiye weşandin.
Jin di xeteriya cezayên giran û darvekirinê de ne
Hinek jinên hatine binçavkirin rastî sûcên giran û cezayên cidî tên. Mahbîbe Şabanî ji ber sûcdariya ‘muharebe’ rûbirûyî xeteriya darvekirinê ye. Her wiha fikarên derbarê rewşa Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şehnaz Taberî û jinên din ên girtî de zêde dibin.
Di dosyayek din de jî derbarê Bîta Hememtî de biryara darvekirinê hatiye dayîn. Ev û heman biryarên wiha, îşaret bi meylên bi fikar ên di pêvajoyên darazê yên li hember xwepêşandanan de dike.
Zext tenê bi girtinan sînordar nîne, malbat jî kirine hedef. Binçavkirina Meryem Alîpur û Ummulbenîn Dehgan ji ber dosyayên derbarê zarokên wan ên hatine darvekirin de, mînakên vê rewşê ne. Her wiha hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya Ummulbenîn Dehgan ya di binçav de, xirab e.
Di hinek bûyeran de jî, xebatên medyaya dijîtal an jî daxuyaniyên hevdîtinan dibin hincetên sûcdariyên giran. Dosyaya Azer Yahu mînakên vêya nin.
Her wiha raporên derbarê bêparhiştina hinek jinên girtî ji xizmetên tenduristiyê de hene. Bi taybetî piştî revîra girtîgeha Evîn û Nesrîn Studeh zirar dîtin, rewşa girtiyên din jî bi fikar e.
Gelek girtiyên jin, wek Sîma Enbaî Ferîmanî, di şertên ne diyar de ne. Nikarin xwe bighînin parêzeran û ji hevdîtina bi malbatên xwe re bêpar tên hiştin.
Gelek kes di binçav de ne
Ji derveyî jinan, li herêmên cûda yên welat, bi dehan heta bi sedan kes hê di binçav de ne. Li cihên wek Lorîstan, Kum, Dorud, Natanz, Huzistan, Kazvîn, Gîlan, Mazenderan û Hurmuzgan binçavkirinên girseyî çêbûn. Di nava kesên hatine binçavkirin de xebatkarên civakî, mamoste, xwendekar û welatiyên ji rêzê hene.
Li aliyê din raporên li Tehran û bajarên din weşandina îtirafiyan a bi darê zorê heye. Mînak, du kesên li Tehranê hatine binçavkirin bi kenalek Telegramê re hevkarî kirin û dîmenek ‘îtirafkirinê’ weşandin. Lê belê ne diyar e ku ev îfade di kijan şertan de hatine girtin.
Di hinek bûyeran de, îdiayên îşkence û gefê hene. Mînak lûleya çekê kirine devê girtiyek an jî şoka ceyranê dane welatiya Baheyî.
Di gelek rewşan de, malbat nizanin ên ku hatine binçavkirin li kuderê tên ragirtin. Li bajarên wek Bokan, Bane, Sîrîk û Tehranê bûyerên windakirina bi darê zorê hatine raporkirin.
Qutbûnên înternetê û qedexeyên pêwendiyan, ragihandina van bûyeran dijwar dike û fikaran ava dike.
Her wiha zextên li dijî mêrên oldar ên muxalîf jî zêde bûne. Heta dema rapor hate amadekirin, hate ragihandin ku ji dadgeha ruhban a teybet bangî du mêrên olî kirine.
Daraz û bertekên navnetewî
Serokê daraza Erkî, ji dema şer destpê kiriye heta niha, li dijî kesên ku wek ‘sîxur û endamên xayîn’ binav kirine, ragihand ku ‘bi temamî di sazûmaniya şer de’ tevgeriyane.
Her wiha, lêkolîna dosyayên derbarê hevkariya bi dijminan re, di şûna pîvanên hiqûqê de, ewê li gorî şertên şer bidin meşandin.
Di qada navneteweyî de jî Wezareta Karê Derve ya Fransa, da zanîn ku ji binçavkirina Nesrîn Sotudeh gelek bi fikar in, daxwaz kir ku ew û girtiyên din demildest bên berdan.
Her wiha 86 saziyên civaka sivîl, danezanek hevpar weşandin û ji bo sekinandina darvekirinan, berdana girtiyên siyasî û pêkanîna xwegihandina înternetê ya li Îranê bang kirin.
Hemû ev geşedan, nîşan dide ku tevî pêvajoyên şer û agirbestê, zext kêm nebûne, berovajî wê, bi gotinên ‘şertên şer’ binçavkirin, zexta ewlehiyê, cezayên giran û bi teybetî qedexeyên derbarê mafê jinan de, zêde bûne.