Platforma Jinan a Wanê: Piştgiriyê bidin danişînê
Platforma Jinan a Wanê, ji bo Dr. Ayşe Ugurlu a ku ji ber xwendina metneke daxuyaniyê ji kar hatiye dûrxistin, daxuyaniyek da û ji bo piştgiriya dozê banga tevlibûna danişîna wê ya ku dê sibê li Enqereyê bê lidarxistin, kir.
Navenda Nûçeyan – Platforma Jinan a Wanê, ji bo Dr. Ayşe Ugurlu a di Gulana 2025’an de bi hinceta “heqaret li meqama serokkomariyê kiriye” ji karmendiya dewletê hatiye derxistin û derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, li pêşiya Aydin Perîhanoglû AVM’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin” hat vekirin û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hat berzikirin. Tevî endamên platformê gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî wek ‘tevgerên rûreş’ hatiye hesibandin
Li ser navê platformê endama TÎHVê Ayfer Şahîn Bîlîcî metna daxuyaniyê xwend. Ayfer Şahîn Bîlîcî behsa dahatuya bijîşkiya Ayşe Ugurluyê kir, peywirên wê yên di kom û komeleyên mafên mirovan de bi bîr xist û got: “Ayşe Ugurlu di sala 2023’an de di çalakiyeke Platforma Jinan a Enqereyê de metna daxuyaniyê xwendiye û ji ber vê metnê bi hinceta “rûmet û hurmeta meqamê Serokkomariyê dipelçiqîne, rencîde dike û heqaretê dihewîne” derbarê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ayşe Ugurlu di sala 2025’an de ji karmendiyê hatiye dûrxistin. Serokatiya Lijneya Teftîşê ya Wezareta Tenduristiyê di 7’ê Nîsana 2025’an de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin û bi hinceta ‘tevgerên rûreş û fedîkar ên ku bi rewşa memurtiyê re neguncav’ daxwaza derxistina wê ya ji karmendiya dewletê kir.”
‘Rexnekirina meqamên giştî azadiya ramanê ye’
Ayfer Şahîn Bîlîcî destnîşan kir ku wezaretê tenê bi lêpirsîna îdarî nehesiyaye û bi hinceta “heqaret li Serokkomar kiriye” serlêdana sûc jî kiriye û wiha got: “Di civakên demokratîk de, rexnekirina meqamên giştî beşeke xwezayî û rewa ya azadiya îfadeyê ye. Li Tirkiyeyê sûcê ‘heqareta li serokkomar’ her ku diçe wekî amûreke sînordarkirina azadiya raman û îfadeyê tê bikaranîn. Her wiha, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku bi vîna hevpar a platformekê hatibe amadekirin, tenê hedefgirtin û cezakirina kesê/a ku metnê dixwîne nayê qebûlkirin.”
‘Piştgiriyê bidin danişînê’
Ayfer Şahîn Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de banga tevlibûna doza Ayşe Ugurluyê kir û got: “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em li gel Dr. Ayşe Uğurlu ne. Em daxwaz dikin ku sûcdariyên di doza li dijî Ayşe Uğurlu de di zûtirîn demê de werin betalkirin. Em bang li raya giştî dikin ku di dîroka 15.04.2026’an de, saet di 10:00’an de, li Dadgeha Cezayê ya Asliyê ya 80’yemîn a Edliyeya Sîhhiyeyê piştgiriyê bidin danişîna dozê.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan û berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.