Tora Bîjîşkên Sûdanê: Li Barayê bi dehan cenaze hate dîtin
Tora Bîjîşkên Sûdanê, da zanîn bûyerên li Barayê, sûcek li dijî mirovahiyê ye û bang li NY û aliyên peywendîdar kir ku ji bo dawî anîna van binpêkirinan û vekirina korîdorên bi ewle ya ji bo sivîlan, gavên lezgîn û cidî bavêjin.
Navenda Nûçeyan – Di hawîrdorekî ku qeyrana mirovî ya li Sûdanê kûrtir dibe û pevçûnên biçekdarî didome de, Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku li eyaleta Kordofana Bakur li malên sivîlan bi dehan cenaze hatine dîtin.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, îro daxuyaniyek weşand û ragihand ku li bajarê Bara yê eyaleta Kordofana Bakur li malên sivîlan bi dehan cenaze hatine dîtin. Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) veşartina malbatan a cenazeyan asteng kir, têkilî bi tevahî qût bûye û li bajêr tu xebatên alîkariya bijîşkî an jî mirovî nayê meşandin.
Torê, rewşa li Barayê mîna "dojeh" bi nav kir û ragihand ku sivîl bêyî xurek, derman û stargeh bi piya direvin, pergala tenduristiyê hilweşiyaye û nexweşî û kêmbûna xurekê bi awayî lez belav dibe.
Tora Doktorên Sûdanê a got, "Tiştên li Barayê diqewime, sûcek li dijî mirovahiyê ye” û bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku demildest tedbîran bigirin, korîdorên biewle vekin û bi awayekî rûmet veşartiya sivîl a miriyên xwe mîsoger bikin.