Li Îranê zext û cezayên giran li dijî girtiyên siyasî û welatiyan didome
Zextên rejîma Îranê li dijî girtiyên siyasî û welatiyan didome. Dayîk û kurek hatin mehkûmkirin, girtiyeke siyasî rû bi rûyê metirsiya jiyanê ye û sê welatiyên Baheyî hatin girtin.
Navenda Nûçeyan - Zext û binpêkirinên mafên mirovan rejîma Îranê li dijî girtiyên siyasî, çalakvan û welatiyan li girtîgehên cûda yên Îranê didome. Li gorî raporên dawî yên mafên mirovan, Dadgeha Şoreşê ya Yezdê cezayên girtîgehê da dayîkek û kurek. Girtiya siyasî Leyla Melemî li girtîgeha Meşhedê rû bi rûyî gefên jiyanê û astengiyên bijîşkî ye. Her wiha li Şîrazê jî sê welatiyên Baheyî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û şandine cihek ne diyar.
Dayîk û kurek mehkûmî cezayê girtîgehê hatin kirin
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, Masûme Aberî ya 63 salî û kurê wê yê 41 salî, endezyarê çandiniyê Emîn Ehmedî, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Yezdê ve bi cezayê girtîgehê hatine mehkûmkirin. Di biryarê de tê gotin ku Masûme Aberî dê 2 sal û kurê wê jî dê 12 sal, 6 meh û 1 roj cezayê girtîgehê bigre.
Dayîk û kur di meha Adara borî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li xaniyê malbata xwe hatin girtin û sewqî Girtîgeha Navendî ya Yezdê hatin kirin. Piştî girtina wan, bi mehan ji mafên bingehîn ên wekî gihîştina parêzer û têkiliya bi malbatên xwe re bêpar mane.
Masûme Aberî ji ber nexweşiyên kronîk piştî mehan bi destûra bijîşkî ji girtîgehê derket û li nexweşxaneyê hat razandin. Lê belê, Emîn Ehmedî tevî rewşa wî ya xirab li Girtîgeha Navendî ya Yezdê girtî dimîne û rayedar wî naşînin derveyî girtîgehê. Çavkaniyan diyar kirin ku Emîn Ehmedî hemû sûcên ewlehiyê red kiriye û vê dozê wek encama zexta dezgehên ewlehiyê dibîne.
Rewşa girtiya siyasî Leyla Melemî gelek xirab e
Li gorî rapora ku derbarê rewşa Leyla Melemî de hatiye belavkirin, girtiya siyasî bi 10 sal cezayê girtîgehê hatiye mahkûmkirin, di beşa girtîgeha awarte ya tawanên xeternak (beşa yekem) a Girtîgeha Wekîlabad a Meşhedê hatiye bicihkirin. Rapor nîşan didin ku gef li ser jiyana wê hene û astengiyên li pêşberî gihîştina wê ya xizmetên bijîşkî dewam dikin.
Her wiha hate diyarkirin ku êvara Yekşemê girtiyek ji beşa tawanên xeternak hewil daye ku xwe bikuje û piştî wê jî gef li Leyla Melemî ku ji nexweşiya wê ya dil heye hatiye xwarin. Piştî vê bûyerê, rewşa tenduristiya wê giran bûye, lê rayedarên girtîgehê red kirine ku wê bişînin navendeke tenduristiyê.
Leyla Melemî ya 47 salî, xelkê Hormozganê ye û li Meşhedê dijî, di 7’ê Gulana 2026’an de li Meşhedê hate girtin. Dadgeha Înqilabê ya Meşhedê ew mehkûmî 10 sal cezayê girtîgehê kir. Doza derbarê wê de, bi hinceta ku di dema şer de peyamek deng ji bo derveyî welat şandiye hate vekirin.
Li Şîrazê sê welatiyên Baheyî hatin girtin
Di demeke ku zextên li ser kêmneteweyan dewam dikin de, sê welatiyên Baheyî yên ku li Şîrazê dijîn û yek ji wan jin e, duh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û ew birine cihek ne diyar.
Li gorî raporên medyaya mafên mirovî, Sarîna Zaêrî ya 20 salî, Barbod Sepehrî yê 21 salî û Erşiya Cabirî yê 19 salî, di 13’ê Îlonê de di serdegirtinek hemwext ya malên wan a li Şîrazê de hatin girtin.
Ev her sê welatî piştî girtinê, birine cihek nediyar û heta niha derbarê cihê ragirtina wan û tohmetên wan de tu agahî nehatine belavkirin. Heta dema amadekirina vê raporê jî, rayedarên Komara Îslamî derbarê mijarê de tu daxuyanî nedane.