Werîşe Muradî: Azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî di peyama xwe ya salvegera 4’emîn a şoreşa "Jin Jiyan Azadî" de destnîşan kir ku ev şoreş ne tenê pêvajoyek qediyayî ye, belkî berdewamiya têkoşînek azadîxwaz e.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî, ku li girtîgeha Evîn a Îranê tê girtin, di peyama xwe ya di salvegera 4’emîn a şoreşa "Jin Jiyan Azadî" de weşand, bal kişand ser rola jinan a di guhertina civakî û demokratîk de. Werîşe Muradî tekez kir ku veguherîna demokratîk bêyî beşdarbûn û îradeya jinan ne pêkan e û "Jin Jiyan Azadî" ne wekî protestoyek ku bi dawî bûye, lê wekî pêvajoyek berdewam a têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û civakek demokratîk nirxand.

Werîşe Muradî diyar kir ku "Jin Jiyan Azadî" ne tenê navê xwepêşandanekê ye an jî dirûşmeyek serhildanê ye û got: "Jin Jiyan Azadî îfadeya daxwazeke kûrtir e ji bo vegerandina jiyan, azadî, rûmet û îradeya mirovan. Ji bo hilweşandina têkiliyên civakî yên ku li ser hilberandina desthilatdarî, tundî, cudakarî û newekheviyê hatine avakirin. Jin Jiyan Azadî bûyerek qediyayî nîne. Armanc û nirxên vê şoreşê dikarin di awayên ramanê de, di têkiliyên civakî de, di berxwedana li dijî desthilatdariyê de û di hewldana avakirina civakek azadtir û wekhevtir de hebûna xwe bidomînin."

'Azadiya jinan û azadiya civakê bi hev ve girêdayî ne'

Werîşe Muradî bal kişand ser wê yekê ku jin pêşengên guhertinê û hêza bingehîn a veguherînê ne. Da zanîn ku azadiya jinan û azadiya tevahiya civakê bi hev ve girêdayî ne û wiha domand: "Bêyî beşdarbûn û îradeya jinan, tu guhertineke demokratîk nikare bi ser bikeve. Berxwedana ku jin li kolanan, di civakê de û di girtîgehan de dikin, beşek ji têkoşîna giştî ya li dijî serdestiya mêran û pergala desthilatdariyê ye."

'Girtîgeh ne dawiya têkoşînê ne'

Werîşe Muradî, cezayên dijwar ên ku li jinan tên birîn û hedefgirtina jinên ku îtîraz dikin, wekî hewldanek ji bo kontrolkirina wê tevgerê nirxand ku pirsan li ser bingehên desthilatdariya heyî û rêxistina civakî dike. Werîşe Muradî tekez kir ku berxwedana li girtîgehê nikare ji têkoşîna civakî cuda were hesibandin û got: "Girtîgeh dawiya têkoşînê nîne. Nivîsandina nameyan, îtîrazkirin, berxwedan û axaftina li girtîgeh û dadgehan; ev hemû berdewamiya heman biryara ji bo jiyaneke azad in."

Daxwaz bi daxwazek tenê ve sînordar nînin’

Werîşe Muradî her wiha destnîşan kir ku daxwazên şoreşa "Jin Jiyan Azadî" nikarin bi daxwazek tenê ve sînordar bibin û got ku azadiyên takekesî û civakî, edaleta civakî û aborî, mafê diyarkirina çarenûsê, mafên neteweyî û zimanî, edaleta çandî, wekheviya zayendî û avakirina civakek demokratîk û piralî hemû li ser asoyê vê têkoşînê ne.

Werîşe Muradî diyar kir ku salvegera şoreşê divê tenê bi bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane û bi dubarekirina rabirdûyê ve sînordar nebe û peyama xwe bi van gotinan dawî kir:

"Bîranîn dema ku bi rêxistinbûnê, perwerdehiya nifşên nû, xurtkirina rola jinan a di serokatiya civakî de û bi hewldana avakirina saziyên demokratîk re bê gel hev, wateyekê distîne. Jin Jiyan Azadî ne tenê bîranîneke şoreşê ye; ew di heman demê de îhtîmaleke din ji bo jiyanê tîne bîra me. Divê ji îro û pê ve hewl were dayîn ku ev îhtîmal pêk were."