Jinên Yemenê ji bo aştiyeke domdar dixwazin kota ji sedî 30 be

Di dawiya komxebata projeya "Rêberî û Bandora Jinan" de li Yemenê, jinên pêşeng bal kişandin ser astengiyên siyasî û civakî yên li pêşiya xwe û gotin ji bo çareserkirina qeyranên welêt avakirina rêxistineke jinan a yekgirtî hewce ye.

RANIYA ABDULLAH

Yemen – Duh li Taîza Yemenê, komxebata dawî ya projeya "Rêberî û Bandora Jinan di Pêvajoyên Aştiyê de" bi dawî bû. 30 jinên pêşeng ji partiyên siyasî, hikûmetên herêmî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî vê komxebatê bûn.

Ev komxebat beşek ji projeyek e ku armanc dike beşdariya siyasî ya jinan xurt bike û rolên wan di avakirina aştiyek berfireh û domdar de çalak bike. Proje her wiha ji bo ku bi awayekî çalak li ser maseya danûstandinan û di navendên biryardanê de cih bigirin, balê dikişîne ser piştgiriya rêberên jin û xurtkirina wan. Her wiha ew ji bo pêkanîna kotayek jinan a herî kêm ji sedî 30 di avahiyên rêveberiyê de parêzvaniyê dike. Armanc ew e ku temsîliyet ji jestên sembolîk ên sade derbas bibe, bersivek rastîn ji bo daxwazên jinên Yemenî peyda bike û bi vî rengî ewlehî û aramiya welêt xurt bike.

Astengiyên li pêşiya beşdariya siyasî ya jinan

Endama Rêxistina Yekîtiya El-Nasîrî Huda El-Heyderî, diyar kir ku jinên Yemenî di nav partiyên siyasî de bi pirsgirêkên girîng re rûbirû ne û wiha pê de çû: “Ya herî girêdayî, nebûna mekanîzmayên bibandor e ji bo xurtkirina wan, bilindkirina wan ber bi pozîsyonên biryardanê ve û mîsogerkirina tevlêbûna wan a rastîn di nav avahiyên rêxistinî de. Bi berdewamiya pevçûnê re, jinên di pileyên jêrîn de bi rewşek bêyasayî ve hatine dorpêçkirin ku beşdarbûna wan asteng dike. Wekî din, çalakvanên siyasî yên jin rastî êrîşên medyayî û kampanyayên reşkirinê yên sîstematîk ên  hemû aliyên şer tên. Stratejiyeke partiyê tune ku van kampanyayan pûç bike an jî sivik bike û ev yek jinan dike hedefa sereke ya pevçûnê. Ev rewş bandoreke neyînî li ser hişmendî û şiyanên wan ên biryardanê di warê beşdariya siyasî û civakî de dike.”

‘Pirsgirêka bingehîn a welêt xilaskirina pevçûnê û ji nû ve avakirina dewlet û ewlehiyê ye’

Her wiha Huda rave kir ku jinên di nav civaka sivîl de ji bo sivikkirina êşa kesên koçber xizmetên mirovî, di nav de xwarin, stargeh û piştgiriya bijîşkî û psîkolojîk, peyda dikin. Huda ragihand ku ew bi awayekî çalak beşdarî kampanyayên hişyariyê, semîner û komxebatan jî dibin da ku tekez bikin ku pirsgirêka bingehîn a welêt bidawîanîna pevçûnê û ji nû ve avakirina dewlet û ewlehiyê ye. Huda diyar kir ku şiyana jinan a gihîştina qadên cuda, li ber projeyên dijî hikûmetê dibe asteng û jin di pêşengiya hewildanên têkoşîna li dijî binpêkirinan de cih digirin.

Pêwîstiya avakirina rêxistineke jinan a yekgirtî

Ji bo xurtkirina vê rolê, Huda El-Heydarî destnîşan kir ku divê rêxistineke jinan a yekgirtî ku gelek partiyan di nav xwe de bigire, bê avakirin. Huda got ku “ Ev yek dê bibe sedema avakirina komeke xebatê ya yekgirtî ku ji bo tevlêbûna jinan di navbeynkariyên siyasî de parêzvaniyê bike. Ji bo ku bikaribin diyalogê bikin û aştiyeke rastîn pêk bînin, ev girîng e.”

Sînorkirinên baviksalarî û tundiya dîjîtal

Rêvebera Weqfa Aştî û Pêşveçûnê ya Kanê Maha Ewin jî da zanîn ku dijwariyên ku jinên Yemenî bi wan re rûbirû ne pir in û bi astengiyên baviksalarî û rêziknameyên rêxistinî yên di nav partî û saziyan de ve girêdayî ne. Maha got ku “Ev sînorkirin pêşkeftina jinan û daxwazên wan ên gihîştina parlamentoyê, lîsteyên hilbijartinê, an jî pozîsyonên biryardanê yên di hikûmetên herêmî û formasyonên siyasî de sînor dikin. Wekî din, nebûna baweriyê bi jêhatîbûna jinan a di hawîrdora partiyê de bi zelalî xuya ye. Zêdebûna tundiya dîjîtal a ku jinên di pêvajoya siyasî de hedef digire, li gel nêrînên sînorkirî yên civakî yên li ser bingeha kevneşopî û adetan, her wiha bandorên berfirehbûna leşkerî û zêdebûna pevçûnên çekdarî, yek ji astengiyên herî mezin pêk tînin.”

Her wiha Maha tekez kir ku berdewamiya van şert û mercan dibe sedema kêmbûneke berbiçav a di rola jinan de, nemaze yên ku rasterast li deverên pevçûnê bandor dibin. Li gor nêrîna Maha, hebûna wan pir caran bi alîkariya mirovî, seferberiya bi rêya medyaya civakî, afirandina vegotinên medyayî, piştgiriya kesên ji cih û warên xwe bûne û peydakirina pêdiviyên bingehîn ên mirovan ve sînorkirî dimîne.

Armanca sereke: Xurtkirina rolên jinan ên di navendên biryardanê de

Necah El-Sufyanî, Rêvebira Projeya "Rêbertiya Jinan û Bandora Wan a di Pêvajoyên Aştiyê de" ya li Weqfa Ciwanan a Saba ye. Necah diyar kir ku armanca wan zêdekirina beşdariya çalak a jinan û bicihanîna kotaya herî kêm ji sedî 30 a di avahiyên serdest ên partî û saziyên siyasî de ye. Necah got ku ew bi tu awayî qebûl nakin ku ev temsîliyet tenê di asta sembolîk de bimîne. Wê diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku rolên jinan di navendên biryardanê de xurt bikin û jêhatîbûn û perwerdehiya rêberên jin baştir bikin. Necah got ku ji bo bikaribin çareseriyên rastîn û berbiçav ji bo pevçûn û nakokiyên cûrbecûr li Taîz û bajarên din ên Yemenê pêşkêş bikin, di nav hewldanan de ne.