Tora Bîjîşkên Sûdanê: Li Bakurê Darfûrê komkujiyek hovanê pêkhat
Li Eyaleta Bakurê Darfûrê ya Rojavaya Sûdanê, komkujiyek tirsnak pêkhat. Di encama tundiya li ser bingeha etnîkî de jin û zarok jî di nav de zêdetirê 200 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Hêzên Piştgiriya Lezgîn, di 24’ê Kanûnê de li dijî herêmên Ambro û Ebû Qumra ya Bakurê Darfûrê êrîşek pêkanî û ev bajaran desteser kir. Di dema êrîşan de li dijî sivîlan binpêkirinên cidî, komkojiyên li ser bingeha etnîkî û binpêkirinên mafên mirovan hatin belgekirin.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, di 26’ê Kanûnê de ragihand ku di encama êrîşa Hêzên Piştgiriya Lezgîn a li dijî li Ambro, Serba û Ebû Qumra de jin û zarok jî di nav de zêdetirê 200 sivîl hatin qetilkirin û diyar kir komkojiyan bi bingeha etnîkî pêkhatin.
Torê, diyar kir li gorî şahidiyên ji kesên reviyane kampên penaberan ên Al-Tineya li Çadê, êrîş rasterast sivîlan hedef girtine û jin, zarok û mêr hatine qetilkirin. Torê, da zanîn ev bûyer bi eşkereyî qanûna navneteweyî û mirovî binpê dike.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku êrîşên li ser Darfura Bakur bûne sedema herikîna mezin a penaberan ber bi Çadê ve û penaberan ji ber kêmbûna xurek, av, lênêrîna tenduristiyê û stargehek ewle di bin xeteriyek cidî de ne. Torê, destnîşan kir ku ger binpêkirin bidomîn, wê pêlek mezintir a penaberan bê jiyîn û bêdengiya navneteweyî bi awayekî nerasterast tevkarî dide karesatê.
Tora Bîjîşkên Sûdanê, ji bo dawîanîna qetlîaman û ji bo penaberan dabînkirina alîkariya tibî û û mirovî ya ewle, daxwaza demildest rawestandina êrîşan kir.