TJA'yê ji bo jinên Sûdanî banga hevgirtinê kir
TJA’yê bal kişand ser êrîşên bi pergalî yên li dijî jinên Sûdanî û bi gotina “Jinên Sûdanî ne bi tenê ne”, banga hevgirtinê li qada navneteweyî kir.
Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê êrîşên bi pergal ên li dijî jinan û şerê berdewam ê li Sûdanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çendî şerê li Sûdanê veguherîbe yek ji qeyranên mirovî yên herî wêranker ên cîhanê jî jin hê jî barê herî giran ê vî şerî dikşînin.
Di daxuyaniya TJA’yê de wiha hat gotin:
“Li welatekî ku tundî rojane zêde dibe, jin û zarok rastî îşkenceyên giran, êrîşên sîstematîk û koçberiya bi darê zorê tên wêrankirina cihên jiyana wan, nebûna ewlehiya wan û zehmetiya zêde ya gihîştina pêdiviyên bingehîn, jinên Sûdanê dike beşa nedîtî lê yên ku ji şer zêde bi bandor bûne ew in. Jinên ku rasterast tên hedefgirtin, bi gefên zêdetir ên li ser mafên wan ê jiyanê, yekparebûn û ewlehiya fizîkî re rû bi rû dimînin.
‘Şer rasterast şêwazên jiyana jinan hedef digre’
Weke jinên Kurd, em serpêhatiyên jinên Sûdanî yên ku di nava şer de asê mane pir baş dizanin. Jiyana kesên ku li ser riyên koçberiyê winda dibin, têkoşîna ji bo gihîştina ewlehiyê, şîdeta mêran a ku di dema derbasbûna sînoran de pê re rû bi rû dimînin û mîlîtarîzma ku bedena jinan hedef digre, îro li Sûdanê jin bi awayê herî êşdar tên hedefgirtin. Bi hezaran jin li Sûdanê ji jîngehên xwe tên dûrxistin, ji malên xwe tên derxistin û di rêwîtiya xwe ya ji bo ewlehiyê de bi tundiya curbecur re rû bi rû dimînin. Şer rasterast şêwazên jiyana jinan hedef digire, şert û mercên wan ên jixwe dijwar ên jinbûnê digihîjîne asteke xirabtir a tengijandinê.
‘Jinên Sûdanî ne bi tenê ne’
Îro divê em şert û mercên şer ên dijwar û tundiya ku gihîştiye asta qirkirinê û jinên Sûdanî rastî wê tên, bi têkoşîna hevbeş a jinên li çar aliyên cîhanê eşkere bikin û rawestînin. Wekî tevgera jinên Kurd, bi hêza ku ji çanda dîrokî xwe ya hevgirtinê digrin, piştgiriya xwe ya bi jinên Sûdanî re dubare dikin. Têkoşîna rizgariya jinan hêzek e ku ji gelan, sînoran û erdnîgariyan derbas dibe ye. Ji bo me, hevgirtin ne tenê hestek e; ew di heman demê de berpirsiyariyek dîrokî û exlaqî ye. Ji ber ku em pir baş dizanin ka bêdengî çawa tundiyê zêde dike. Bêdengî hevkarê nedîtî ye di her êrîşek ku mafê jiyanê yê jinan hedef digre. Ji ber vê yekê, em bang li hemû rêxistinên jinan, femînîstan, çalakvan, karker û jinên li çar aliyên cîhanê dikin ku hevgirtina jinan a navneteweyî li dijî şerê li Sûdanê û êrîşên sîstematîk ên li dijî jinan xurt bikin. Jinên Sûdanî ne bi tenê ne. Têkoşîna rizgariya jinan sînoran nas nake; ew gava ku em bi hev re radiwestin xurttir dibe û gava ku em xurttir dibin, jiyanê diguherîne.”